Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
- 17:26 2 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL – Dema binçavkirina xebatkar û rêveberên Rojnameya Ozgurklukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ên qeyûm tayînî wan hat kirin dirêj bû. Parêzerên rojnameyê xwestin bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtin bikin, lê dîsa muxatab nedîtin.
Ewil polîsan bi ser avahiya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ve girt. Pişt re qeyûm tayînî kirin û ji aliyê TMSF’ê ve hat desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsîna li dijî çapxaneyê û rojnameyê hat destpêkirin, gelek rêveber û xebatkarên rojname û çapxaneyê hatin binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Vatan Stenbolê tên ragirtin.
Xebatkar û rêveberên rojnameyê û çapxaneyê ku 5 roj in di binçavan de tên ragirtin, hefteyek din jî dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
Hat zanîn ku du xebatkarên berê yên Çapxaneya Gun ên navê wan nehat hînbûn, piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan hatin berdan.
Parêzer agahdar nekirin
Parêzerên rojnameyê yên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) ne îro jî çûn Edliya Stenbolê û xwestin bi dozgerên lêpirsînê re hevdîtin bikin, lê parêzeran carek din muxatab nedîtin û der barê lêpirsînê de nikarin agahî bi dest bixin.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ya:
Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Midûrê Berpirsê Karê Nivîsan Îshak Yasul, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn û xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Musa Kaya, Polat Arslan, Cemal Tunç, Îrfan Karaca, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazim Goçer, Necat Hîzarci, Mahmut Abay, Îsmaîl Ergene, Muhammet Ozkan, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt û Sadettîn Demîrtaş.