Li Til Temirê civîn hat lidarxistin
- 15:52 2 Nîsan 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Desteya Rêveber a TEV-DEM' ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya dawî ji gel û rêveberiyên Til Temirê re civîn li dar xist.
Desteya Rêveber a TEV-DEM' ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya dawî ji gel û rêveberiyên Til Temirê re civîn li dar xist. Civîn bi beşarbûna Endamên Rêveberiya Saziyên Til Temirê, endamên Desteya Rêvebira TEV-DEM'ê û gel li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Di civînê de endamên Rêveberiya Saziyên Til Temirê û endamên Desteya Rêvebira TEV-DEM'ê axivîn û gotin:"Dewleta tirk û hevkarên wê ji bo ku gelê Kurd ji aliyê çand, huner, aborî, siyasî û leşkerî pêş nekeve êrîş dikin. Di van êrîşana demokrasî û azadî jî hedef tên girtin. Hewl didin ku kaos bi dawî nebe û gelê Kurd nebe xwedî statu. Meclîsa ku ji bo Efrînê hat avakirin meclîsa îxanetê ye divê ENKS nebe parçeyek ji vê îxanetê. Divê berî her tiştî berjewendiyên gelan esas bê girtin û dagirker xaka Efrînê terk bike. Em ê hemû gelê Til Temirê ji bo siberojek ronî berxwe bidin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."