Li Kobanê yekemîn Komîngeha Jinê vebû

  • 14:50 2 Nîsan 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi armaca rêxistkirina komînên jin yekemîn Komîngeha Jinê ya bi navê Şehîd Sorxwîn vekir. Sorxwînê di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû.
 
Bi hazirbûna hemû endamên Kongreya Starê û gel li taxên Şehîd Xebat û Şehîd Yihiya Komîngeha Jinê vebû. Di Komîngehê de wêneyên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şeylemez, Barîn Kobanê û şervana fedayî Avesta Xabûr hatibûn dardekirin.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîraînîna hemû berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Paşê jî endama Rêveberiya Kongreya Star Wehîde Omer vekirina komîngehê li rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: "Armanca vekirina vê komîngehê ew e ku jin di warê rêxistinê de pêş bikevin û jin bi îradeya xwe bikaribin rola xwe di nava pêşketina civakê de bileyîze".
 
Piştre jî qurdeleya vekirina komîngehê ji aliyê dayikên berxwedêran hat birîn. Piştî ku qurdele hat birîn jinan bi tililiyên têkoşînê govend gerandin.