TJA'yê hemû jin ji bo 4'ê Nîsanê vexwend Amarayê

  • 14:18 2 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - TJA'yê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû jin di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyaniya çapemeniyê li avahiya HDP'ê ya Amadê hat dayin. Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp û aktivîstên TJA'yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Sibelê di daxuyaniyê de anî ziman ku ew di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd e di bin zextên mezin de ne. 
 
'Tecrîd zêdetir dibe sedema kuştina mirovan'
 
Sibelê anî ziman ku bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kuştin zêde bûne û got:"Ji ber ku AKP'ê ev welata xist nav şerekî mezin loma tecrîda li ser Birêz Ocalan jî giran kir. Ji ber vê tecrîda giran li vî welatî mirin û kuştin zêde bûn."
 
'Ji bo çareseriyek mayinde divê Birêz Ocalan azad bibe'
 
Sibelê wiha dewam kir:"Ji bo tundî û şer ji holê rabe û çareseriyek mayinde divê Birêz Ocalan azad bibe."
 
Her wiha Sibelê anî ziman ku ew wekî jin dixwazin ku demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û got:"Ji bo ku kuştin û mirin zêde nebin divê demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk were."
 
Herî dawî Sibelê hemû jin ji bo rojbûna Abdullah Ocalan vexwend Amarayê.