Jin û zarokên Girê Spî 4'ê Nîsanê pîroz kirin
- 13:56 2 Nîsan 2018
- Rojane
Îlham Eloso
GIRÊ SIPÎ - Jin û zarokên Girê Spî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:" Ji bo aştî û azadiyek mayinde divê Rêber Apo azad bibe."
Jin û zarokên Girê Spî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û bi lêv kirin ku ger Abdullah Ocalan azad nebe dê civak jî azad nebe.
'Rêber Apo hebûna me ye'
Jina bi navê Emel Hesen Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan pîroz kir û got:"Rêber Apo hebûna me ye. Riya me bi felsefeya Rêberê me ronî dibe. Ji bo jiyanek aram divê tecrîda giran a li ser Rêberê me rabe û azad bibe."
'Rêber Apo vîna milyonan e'
Bûseyîna Turkmen jî bi zimanê tirkî rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:"Ez dewleta tirk bi zimanekî tund şermezar dikim. Divê Tirkiye li gor ehlaqê hiqûqa azad tev bigere û tecrîda giran a li ser Rêber Apo rake. Rêber Apo vîna milyonan e. Ew bi vê tecrîda giran nikarin vîna milyonan bişkînin. Em hêvî dikin ku sala 2018'an bibe sedema azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan."
'4'ê Nîsanê rojbûna hebûna me ye'
Zaroka bi navê Yemama El-Ebûd jî rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:"4'ê Nîsanê rojbûna hebûna me ye. Dibe ku Serok Apo ne li ba me be lê em bi fikir û ramanên wî her dem li ba wîn e. Daxwaza me ya sereke ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê berdan û em wî bi hezkirineke mezin hembêz bikin."