Jinên Şehbayê: Çawa ku me li Efrînê berxwe da em ê li Şehbayê jî li ber xwe bidin

  • 13:28 2 Nîsan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn. Jinên ku li Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin anîn ziman ku çawa ku wan li Efrînê li berxwe dan ew ê li Şehbayê jî li ber xwe bidin.
 
Piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn. Jinên ku li Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin bi lêv kirin ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe hişmendiya dagirker têk bibin û vegerin ser axa xwe. 
 
Jina bi navê Zekiye Ehmed diyar kir ku ew di nava hemû zor û zehmetiyan de dîsa jî berxwe didin û got:"Dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrîşî mal û axa me kir û em koçber kirin. Erdogan bi hevkariya Rûsyayê axa Efrînê dagir kir lê em ê berxwe bidin û dagirkeran ji axa xwe derxin."
 
'Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike jiyanek wekhev û aram li Efrînê dihat jiyîn'
 
Mewlîde Kino jî bi lêv kir ku berî dewleta tirk êrîşî Efrînê bike jiyanek wekhev û aram li Efrînê dihat jiyîn û wiha got:"Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bikin hemû pêkhate di nav hev de li ser axa Efrînê bi awayekî azad û bextewar dijiyan. Lê ji ber êrîşên dewleta tirk hemû malê gel hat talankirin û gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Banga me ji rêxistinên mafên mirovan ew e ku dengê gelê Kurd û hemû pêkhateyan bibihîse û dawî li dagirkeriya dewleta tirk bîne."
 
'Axa me rûmeta me ye'
 
Her wiha Zeyneb Şêxwe anî ziman ku axa wan rûmeta wan e û got:"Çi dibe bila bibe êm ê qet dev ji têkoşîna xwe bernedin û li dijî faşîzmê û neyaran têkoşîna xwe berdewam bikin. Axa me rûmeta me ye. Ji bo em dîsa vegerin ser axa xwe em ê heta dawî berxwe bidin."