Rojeva jinên Botanê Tecîrîd e!
- 13:22 2 Nîsan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên botanê ku di rojeva wan de tecrîda girankirî ya li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye got; "Bila her kes rabe ser piyanî, di vê em vê tecrîdê bişikînin. Bila CPT bi raporên şênber bê û ji bo ku dilê me rehet bibe."
Jinên Botanê ku 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin di rojeva wan de tecrîd hebû. Jinên Botanê ku bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmehê 2011'an ve nikare bi parêzerên we re, ji 6'ê cotmea 2014'an ve bi malbata xwe re û ji 5'ê nîsana 2015'an ve jî nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike û bang li her kesî kirin ku li dijî van pêkanînan dakevin qadan.
'Ger ku serok li derve bûna wê li Efrînê şer nebûna'
Heseroka navçeya Sîlopiyê ya HDP'ê ku Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir bi bîr xist ku bi salan e hevdîtin nekiriye. Emîn wiha berdewma kir: "Em tecîrda li ser serokê xwe şermezar dikin. Em rewşa wî meraq dikin. Ew tenê ne serokê gelê kurd serokê mirovahiê ye. Di navbera çar dîwaran de hiştina wî neheqî ye. Di serdema aştiyê de jiyan xweş bû. Ji ber ku me agahî ji serokê xwe digiritin. Ger ku serokê me li dervebûya wê êrîşî Efrînê nehata kirin. Wê gel bi komkujiyê re rûbirû nemaya. Divê ku kesek li dijî van pêkanînan bêdeng nemîne."
'Divê em tecrîdê bişikînin'
Perî Aksoy a ku diyar kir bi tecrîdê li gel îşkenceyê dikin wiha got: "Li cîhaneke ku hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe dixebitin Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan li ber xwe dide. Ji ber wê rojbûna Abdullah Ocalan ê ku di bin tecîrîdê de ye ji bo gelê kurd girîng e. Divê ku her kes li dijî tecrîdê rabe ser piyan."
'!Em ji Abdullah Ocalan agahiyê nagirin'
Endama Meclis Dayika Aştiyê ya Sîlopiyê Zeynep Begenir jî bertek nîşanî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û ev tişt got: "Em hemû dewletên ku pitgirî dan komployê şermezar dikin CPT dibêje ku li dijî îşkenceyê ne. Çima em v ê nabînin. Bi tu awayî bi Abdullah Ocalan re hevîdtin nayê kirin."
'Bila CPT bi raporên şênber bê'
Zeynep bang li hemû kesî kir ku ji bo Abdullah Ocalan bikevin çalakiyan û wiha got: "Ger ku serokê me li derve bûye wê Efrînê nehata talankirin. Bila CPT bi raporên şênber bê. Bila biçin gel serokê me ku dilê me rehet bibe. Bi heviya ku em rojbûna serokê xwe di rojên azad d pîroz bikin."