Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Abdullah Ocalan jî jê girtin
- 12:55 2 Nîsan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇAYAN - Piştî Murat Karayilan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu jî derbarê Îmraliyê de agahiyên nû parve kirin. Mustafa Karasu, diyar kir ku piştî navenda bajêr a Efrînê hat dagirkirin, TV û radyaya Abdullah Ocalan jê girtin.
Piştî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu jî, agahiyên balkêş ên derbarê Girtîgeha Îmralî û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Li gorî nûçeya ANF’ê, Mustafa Karasu di gotara nivîsandî de balê dikişîne ser rewşa Abdullah Ocalan û pêşketinên li Îmraliyê.
Mustafa Karasu, diyar kir ku TV’iya Abdullah Ocalan dişopand û raydoya guhdar dikir car din jê standin û wiha got: “Li ser Abdullah Ocalan êrîş zêde bûne. Piştî navenda bajêr a Efrînê hat dagirkirin, li gorî hin agahiyên gihaştin ber destên me, ji ber ku ji sekin û helwesta Rêber Apo rehetsiz bûne, TV û radyoya wî cardin jê girtine. Êdî şert û mercên jiyana wî bi zortir bûye. Ev yek lewazbûna faşîzman AKP-MHP’ê didin nîşandan û êdî ber bi şikestinê ve diçe.”
Mustafa Karasu di destpêka gotara xwe de bal kişand ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Vê rojbûnê çarenûsa Kurdan guheriye. Rêber Apo bûye ewladekî ku hêjayî gel, civak û erdnîgariya lê dijî. Şert û mercên çandî û civakî kesayetiya wî afirand. Ev nirxên bingehîn di nava têkoşîna siyasî ya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn de veguherî kesayeteke xurt û Rêber Apo bû rêberê azadiyê yê gelê Kurd û gelan."
'Kurd bi têkoşîna xwe ya dehan salan re ji her alî ve xurt bûne'
Mustafa Karasu bi bîr xist ku niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û wiha dewam kir: "Ev şer li mijara rewş û statuya Kurdan aliqî ye. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji qirkirin, mêtingerî û dijminatiya li Kurdan dike, li her devera ku gelê Kurd têdikoşe û destkeftiyan bi dest ve tîne, êrîş dike. Em di demeke wiha de ne ku divê gelê Kurd rêbaza bi destxistina azadiyê û rêbaza xwe ya têkoşînê bi rengê herî xurt nîşan bide. Ji ber ku di encama Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de wê statuya Kurdan a li her cihî diyar bibe. Lewma rêbaz û îradeya serketina di nava şert û mercên herî zehmet de ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ye divê li her cihî bi xurtî bê nîşandan. Kurd bi têkoşîna xwe ya dehan salan re ji her alî ve xurt bûne. Eger ev yek bi rêbaz û îradeya têkoşînê ya şoreşa Kurdistanê bi kar bîne, wê teqez bi mezinî bi ser bikeve. Rêbaz û îradeya serdema ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir, ev bû. PKK'ê ji ber vê yekê heta niha timî qezenç kir. Ev îrade û rêbaz wê ji niha û pê ve jî bi ser bikeve."
'Piştî dagirkirina Efrînê radyo û televizyona wî jê stendin'
Mustafa Karasu anî ziman ku ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî îrade û rêbazeke wiha ye, tecrîda giran li ser tê ferzkirin û got: "Ev rêbaz û îrade ji bo ku di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de nebe ronahî ji têkoşîna gelan re, tecrîdeke giran lê tê ferzkirin. Tekane sedema vê tecrîda giran ev e. Dijminên Kurdan, mêtinger û yên piştgiriyê didin wan ji ber ku bi vî rengî difikirin, zext û zordariya li zindana Îmraliyê zêde kirine. Piştî ku navenda bajarê Efrînê hate dagirkirin, li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, ji ber ku ji helwest û sekna Rêber Apo aciz bûn, televîzyon û radyoya ku tenê çend qenal dikişan jê standine. Şert û mercên jiyanê lê girantir kirine. Hewldaneke bi vî rengî nîşan dide bê faşîzma AKP-MHP çiqasî qels e û li ber şikestinê ye."
Mustafa Karasu destnîşan kir ku ji rastiya rêbertî zanin ku li dijî polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê yekane rê berxwedan e û wiha dewam kir: "Eşkere ye ku di van şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de Rêbertî jî li pêşberî êrîşên qirkirinê helwesteke din nîşan nedaye, nîşan nade. Em ji Rêberê xwe tu agahiyan negirin jî, em zanin ku rastî ev e. Hevrê û milîtanên Rêbertî haya wan ji erk û berpirsyariyên xwe yên vê demê hene. Rêber Apo jî zane ku hevrê û milîtanên wî wê çawa tev bigerin. Di rojbûna Rêbertî de ya ku dikeve ser milê me hemû milîtanan û gelê Kurd, têkoşîna bi îradeya Rêber Apo ye ku bi dehan salan îspat bûye. Pîrozkirina rojbûnê û dilsoziya bi Rêbertî bi vî rengî dibe.”
Di 12’ê Çileya 2013’an de TV’î danîbûn odeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Wezareta Karê Dadê gotibû Abdullah Ocalan di TV’î de dikare Kanalên TRT-1, TRT-6, CNN Turk, Kanal 7, Samanyolu, Show TV, Kanal D, ATV, Star, Ülke TV, Kanal 24 ve NTV temaşe bike.