KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
- 12:45 2 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk Cejna Paskalyayê pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya pîrozbahiya Cejna Paskalyayê peyamek weşand û cejna Paskalyayê pîroz kir. Peyama KCD’ê wiha ye: “Erdnîgariya qedîm a Mezopotamyayê ku bi hezaran salan e ji ol, bawerî û çandên cuda re bûye dergûş û bûye welatên hezkirin û wekheviya gelan. Azadkirina xaka Mezopotamyayê wê bibe temînata hemû gel, bawerî, çand û jiyanek wekhev.
Îro Cejna Paskalyayê ya ku alema Xiristiyan bi coşeke mezin pîroz dike ye. Bi baweriya ku ev cejna wê wekheviya gelan xurtir bike, em Cejna Pascalyayê di serî de li hemû xiristiyanan, bi taybetî jî li gelê me yê suryanî bi dil û can pîroz dikin.”