Arîn bi dayika xwe re li benda roja azad bibe ye

  • 12:13 2 Nîsan 2018
  • Rojane
RIHA - Zaroka bi navê Arîn a 9 mehî ku bi dayika xwe Esma Yilmaz re li di girtîgeha hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê dimîne, dayika wê ji bo serbestberdana kontrola edlî serî li Dadgeriya Înfazê ya Mêrdînê dabû û li benda bersiva ku ji wan re bê dayîn in. 
 
Hevseroka Navçeyê ya Mahsertê ya DBP'ê ya berê Esma Yilmaz di sala 2016'an de piştî ku hat binçavkirin hat girtin û piştî bi 3 mehan hatibû tehliyekirin. Esma di 29'ê mijdara 2017'an de ji nû ve hat girtin û bi zaroka xwe ya 9 mehî Arînê re li girtîgeha hejmar 2 a Tîpa T ya Rihayê tê girtin.  Derbarê Esmayê de bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" 4 sal ceza hatibû birîn û ew cez li Dadgeha Îstînafê ya herêmê tê rawestandin. 
 
Zaroka 9 mehî Arîn a ku li gel dayika xwe di girtîgehê de dimîne nexweşa astimê ye divê ku bi awayekî rêk û pêk bê dermankirin. Dayika Arînê Esma bi navmeyeke ku ji girtîgehê şand bal kişand ser  rewşa tendirustiyê ya Arînê û wiha got: "Arînê nexweşa astimê ye û di şert û mercên girtîgehê de ne pêkan e ku dermankrina wê bê kirin. Divê ku bi awayekî rêk û pêk keça min bê dermankriin."
 
Esma ji bo ku bi şertê kontrola Edîlî bê berdan serî li Dozgeriya Mêrdînê dabû û li bendê ye ku bersivî jê re ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Mêrdînê bê. Her wiha ji aliyekî din ve jî ji aliyê parlamenterên HDP'ê  ve ji bo Esmayê serî li Wezareta Dadê hat dayîn.