Daxwaza parêzeran a tevlî dozên îstîsmarê bibin tê redkirin

  • 09:06 2 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - Parêzer Elîf Orekli diyar kir ku ew nikarin tevlî gelek dozên îstîsmara zayendî bibin û wiha got: “Em her tim biryara ret digirin. Niha jî ji bo daxwaza tevlîbûna me dadgeriyê biryara erê nedaye. Ji ber vê em nikarin rûniştinan bişopînin.”
 
Nûnerên Komîsyona Mafê Zarokan a 32 baroyan ku ya Amedê malovaniya vê dike hatin cem hev û  derbarê îstîsmara zarokan de, zarokên karker, pornografiya zarokan û zarokên girtî de nîqaş kirin. Ji Baroya Amedê parêzer Elîf Orekli ku ev du roj in tevlî nîqaşan dibe, derbarê komxebatê de nirxandin kir.
 
Elîfê diyar kir ku ew wek Navenda Mafê Zarokan a Baroiya Amedê hêvî dikin ku berdewamiya van komxebatan bê û ji ber malovaniya komxebatê kirine gelek kêfxweş e. Elîfê da zanîn ku îstîsmara zarokan û nûneriya zarokan di bin sernavekî berfireh de nîqaş kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijarên weke Îstîsmara zarokan, karkeriya zarokan, pornografiya zarokan, nûneriya zarokan û zarokên penaber me nîqaş kir. Ji bo xizmetên Odeya Hevdîtinên Edlî (AGO) û Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) bên pêşxistin em axivîn. Em wek Navenda Baroya Zarokan a Amedê gelek dosyayên îstîsmara zayendî dişopînin. Pirsgirêka herî mezin a van dosyayan ‘bêcezabûn e’. Ji ber kêmasiya delîlan ceza nayên dayîn.”
 
Ji bo parêzeran pirsa ‘hûn çima dişopînin?’
 
Elîfê her wiha destnîşan kir ku pirsgirêka esas ev e ku pêvajoyên dadgehê dirêj in û ev tişt daxuyand: “Piştî îfadeya zarok li Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) tê girtin şûnde, di îfadeya girtina li dadgehê de hinek pirsgirêk dikarin derkevin holê. Zarok dikare li ÇÎM’ê îfadeyek pir cuda bide an jî pê bê dayîn. Ji ber vê em wek parêzeran ji heyeta dadgehê dixwazin ku zarok li pêşberî gumanbar an jî kesên nas nake îfadeyê nede. Ger îfade bê girtin jî divê odeyek hevdîtinê bê amadekirin û ligel psîkolog îfade bê girtin.”
 
Elîfê anî ziman ku di rûniştinan de rastî pirsa heyeta dadgehê ya ‘hûn çima van dosyayan dişopînin?’ tên û got bi gelek bertekan re jî rû bi rû tên.
 
‘Em di şopandinê de zehmetiyan dikşînin’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek parêzer nikarin tevlî gelek dozên îstîsmara zarokan bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her tim biryara ret digirin. Niha jî ji bo daxwaza tevlîbûna me dadgeriyê biryara erê nedaye. Ji ber vê em nikarin rûniştinan bişopînin.”