ROJEVA 2'YÊ NİSANA 2018'AN
- 09:00 2 Nîsan 2018
- Rojev
*Fatma Emîn Reşo û Eyşa Ehmed ku ji Herêma Efrînê ne êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Ka mafên mirovan ev hemû derew in û xwîna kurdan diherikînin." BI DÎMEN
*Parêzer Elîf Orekli diyar kir ku ew nikarin tevlî gelek dozên îstîsmara zayendî bibin û wiha got: “Em her tim biryara ret digirin. Niha jî ji bo daxwaza tevlîbûna me dadgeriyê biryara erê nedaye. Ji ber vê em nikarin rûniştinan bişopînin.”
* Nexweşiya ‘endometrîozîs’ dibe sedema sanciya regilê, pêşî li ducaniyê digire û her wiha rê li ber kîsta malzarokê vedike. Ji ber vê jî divê jin êşa regilê normal nebîne û piştguh neke.
*Esnafên jin ku têkoşîna nanê xwe didin newekheviya ku dibînin jî wiha vegotin: “Em rastî şert û mercên bac, zem, mobîng, bêewlehiyê tên.” BI DÎMEN
*Zaroka bi navê Arîn ku bi dayika xwe Esma Yilmaz re li li Li Girtîgeha Rihayê ya Tipa T tê girtin bi dayika xwe re li hêviya bersiva serbestberdana bî şertê kontrola Edlî ya ku ji bo wan jî Dadgerîya Înfazê ya Mêrdînê bê ye.
*Rojnameger Evîn buldan a ku got tu hêz nîkare lî dijî heqîqetê xwe bîgire û mîrasa rojnamegeriyê ku ji rêhevala xwe Gurbetelî gîrtîbû dewr girt di bihara temenê xwe de ji nava me koç kir. Hevalên Evînê yên ku pênûsa wê li erdê nehiştin îro berxwedana wê berdewam dikin.