'Perwerde keseyeta jina azad û hebûna wê diparêze'
- 17:30 1 Nîsan 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Akademiya Ş. Dorşîn a Mamosteyên xweser dewereya bi navê Ş. Barîn Kobanê a perwerdê da destpêkirin, jinên ku tevlî perwerdeyê bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin" perwerde kesayeta jina azad û hebûna wê diparêzê, û li gorî idiyolojîya rast jinê îfade dike."
Tevî ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve gelek polîtîkên qirkirnê hatin meşandin, lê jina kurd heyanî roja îro bi perwrdekirina kesayeta xwe parstina heqîqetqa tekoşîna jinê kir û bi tevalbûna gelek jinan a perwerdeyê re ev yek baş tê xuyakirin. Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkêlegê Akademiya Ş. Dorşîn a Mamosteyên xweser dewereya bi navê Ş. Barîn Kobanê bi tevlibûna 39 jianna da destpêkirin. Perwerdeya hat destpêkirin Dê du mehan dewam bike û di nav de dersên girêdayî jin çand û dîrokê wê bên dayîn.
'Perwerde ronahiya jiyanê ye'
Mamosteya bi navê Emel Xelaf ya nirxandin kir wiha got" Dema mirov dibêje perwerde tê wateya hewldanên mirov ji bo naskirina heqîqetê pênase bike, bi rengekî zanistî û teorî tevli bibe ku Rêber Abdullah Ocelan jî dibêje 'Perwerde hêmanê sereke ye ji bo pêşxistina Civakê', ji ber wê em dibêjn perwerde ronahî ye, jiyan e, dîrok e û îdeolojiya rast îfade dike."
'Perwerde parçe ji hebûna jinê ye'
Mamosteya bi nave Cêlan Mohemed jî wiha nêrîna xwe anîziman: "Perwerde parçeyek ji hebûna jinê bi eyibet ji rewşa ku em wekî li Rojavayê Kurdistanê dijîn e. perwerde jI bo me jinan ji nan û avê girîngtire."