Ji Mêrdînê ji bo 4'ê Nîsanê bang

  • 14:23 1 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya ya Bajarê Mêrdînê û hevkarên wê starta çalakiyên ku ji bo 4'ê Nîsanê li dar bixin dan û gel ji bo 4'ê Nîsanê vexwendin çalakiyên Amarayê.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mêrdînê û hevkarên wê, wê bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan rêzeçalakiyan li dar bixwe. Bernameya çalakiyan bi daxuyaniya ku li avahiya bajar a HDP'ê hat lidarxisitn ji raya giştî re hat ragihandin.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de Parlamenterê HDP'ê yê  Mêrdînê Alî Atalan  Endamê PM'a HDP'ê Nazim Kok  û rêexistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP)  û gelek kes amade bûn.   
 
Daxuyanî ji aliyê Emdamê PM'a HDP'ê Nazim Kok ve hat xwendin û hat diyarkriin ku wê ji îro û şûnde dest bi çalakiyên xwe bikin. Nazim bang li hemû gelên Mêrdînê kir ku tevli çalakiyên 4'ê Nîsanê bibin û wiha got: "Xedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em dixwazin ku tecrîd demildest bê rawestandin.  Çareseriya Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e."
 
Bernameya çalakiyan wiha ye: 
 
*2'yê Nîsanê xebatên çûna Amarayê
 
*3'yê Nîsanê Çûna gundê Amarayê
 
*4'ê Nîsanê li gundê Amara û li Mêrdîn û navçeyên wê pîrozbahî 
 
*5'ê Nîsanê li Nisêbînê Panel û bernameya Jinan 
 
*6'ê Nîsanê li Qoserê cîvaîna gel û sînevîzyon 
 
*7'ê Nîsanê li Artukluyê cîvîna gel.