'Bi pêşengtiya YBŞ'ê em ê rê li pêşiya dagirkeriyê bigirin'
- 13:20 1 Nîsan 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Jinên Êzîdî Tehdîdên Recep Tayyîp Erdoan li ser Şengalê şermezar kirin û diayr kirin ku bi pêşengtiya hêza YPŞ'ê ew ê rê li dagirkerî û komkujiyan bigrin û anîn ziman ku çapwa DAÎŞ'ê têk çû ew ê Erdogan têk biçe.
Derbarê tehdîdên Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan li ser Şengalê jinên êzîdî yên Kampa Newroz a girêdayî bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Bi berxwedana YBŞ'ê em ji êrîşên Erodogan re bibin bers'
Endama Rêveberiya Meclisa Jinên êzidî ya kampa Newroz Xifşa Mûrad diyar kir ku gelek ferman û komkujî bi serê gelê êzîdî de hatIin û wiha domand: " Ji dîrokê de heya roja îro dijmin çavê xwe berdaye axa me ya dewlemend û nahêle ku em bi aramî bijîn.Li gel 74 fermanan nikarîbûn gelê êzîdî xelas bikin û niha jî dewleta tirk ji bo ku civaka êzîdî qir bike tehdîdên xwe dike ku êrîşî Şengalê bike. Ewqeyîs komkujî li ser gelê êzîdî pêk hatin lê cîhanê çavê xwe girt li hemberî rastiya mafê axê û parstina mafên mirovan Di vê ku baş bê zanîn xeyalên wan pêk nayîn, bi hêza YPŞ'ê em ê bibin bersiv ji fermana Erdoxan re.
'Gelê êzîdî yê kurd ji tecrûbeyên fermanan fêrî berxwedanê bûye'
Xifşa da znîn ku tehdîdên Erdogan ku vê dawiyê bi hênceta paqijkirina Şengalê ji hêzên terorê dike tû rastiya wan nîne, û wiha domand: " Ew dixwaze kurdan tûne bike, Erdoxan bi xwe terorîst e, gelê êzîdî xwe bi rêxstin kiriye, tû carî dagirkeriyê qebûl nake û li himberî komkujî û fermanan wêbisekine.
Çawa DAÎŞ li şengalê têk çû wê Erdogan jî têk biçe
Endama Meclisa jinên êzdî Edla Hecî jî bal kişand ser guhertina ku îro gelê êzîdî yê kurd di civaka xwe de daye çêkirin û wiha got: " Em di qonexekê pir hesas re derbas dibin, ji aliyekî berxwedana serdemê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û li kêleka wê gefên Erdogan. Li ser şengalê dîroka bi êş dîsa xwe dûbare dike. dixwzain fermanê bi serê êzîdiyan de bînin, lê belê gelê me li himberî vê yekê amade ye ku li ber xwe bide û parastina axa xwe bike. DAÎŞ'ê çawa li Şengalê têk çû ew ê pîlanên Erdoxan ên li ser Şengalê jî têk biçin."