Şaxên Malêngel ên Enqereyê hatin morkirin

  • 13:00 1 Nîsan 2018
  • Rojane
ENQERE - Walîtiya Enqerê, şaxên Malêngel ên Batîkent, Seyran Umut  û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk bi hinceta “Bê destûr xebatên perwerde dayîna perewerdeyê dikin” mor kir. 
 
Walîtiya Enqerê, şaxên Malêngel ên Batîkent, Seyran Umut û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk bi hinceta “Bê destûr xebatên perwerde dimeşînin” mor kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di saetên serê sibê de rayedarên walîtiyê çûn avahiyên şaxên Malagel û pirtûkxaneyê wêne kêşan û lêgerîn pêk anîn. Dûre rayedarên walîtiyê bi hinceta “Bê destûr xebatên perwerdê dikin” Şaxên Malêngel ên Batîkent, Seyran Umut û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk ên li taxa Tuzluçayirê mor kirin.
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda Malagel Nebiye Mertturk û çar endamên Malagel, ji ber ku bertek nîşanî biryara mor kirinê dan, li ber şaxa Malagel a Seyran Umut ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.