Her gîya li ser koka xwe şîn dibe
- 12:28 1 Nîsan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Jinên Efîrnê ku koçî Kantona Şehbayê hatine kirin û li Til Rifetê dimînin, derbarê dagikerên tirk û komên girêdayî wan de li ser Efîrnê nerînên xwe anîn ziman.
Gelê Efrînê ku tam 58 roj di bin balafir,tang,top, obîs û hemû cureyên çekên giran de li ber xwe dan , Di her kêlîyê de li ber çavê wan zarok, pîr, jin hatine qetil kirin. Jinên ku ji bo zêdetir zarokên wan neyên qetilkirin berê xwedane Kantona Şehbayê,navçeya Tilrifatê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan.
'Bila herkes li ser axa xwe bijî'
Jina b inavê Elmas Ecem derbarê dagirkeriya dewleta ku bertek nîan da wiha got:" Bila herkes li ser axa xwe bijî. Li Efrînê me 58 rojan li ber xwe da di bin bombe,topbarana balafir,tang û topan de. Piştî ku navneda Efîrnê rastî êrîşên artêşa tirk hat, ji bo ku komkujî zêdetir pêk neyên û zarok neyên kutştin, me berê xwe da Kantona Şehbayê. "
'Mirov dikarin bê nan û av bijîn lê nikare bê ax û azadî bijîn'
Elmas di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ax û azadiyê û wiha wiha got" Mirov dikare bê nan û av bijî lê belê bê ax û azadî nikare bijî. Çeteyên li Ezazê dibêjin bela kurd ji Tilrifet derkevin , kurdan Ezaz dagir nekirye lê çeteyên ku gemara cîhanê hemû li wan kom bûye dixwazin warê me dagir bikin. Lê em destûrê nadin vê û em qebûl nakirin."
Em dijîminê xwe baş nas dikin
Jina bi navê Leyla Hesen jî diyar kir ku Serok AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û komên girêdayî wî çavên xwe berdane axa kurdan û ev tişt got:" Erdogan ji me çi dixwaze , çav berda axa me zarok, pîr, jin qetil kirin. Çeteyên qirêj ji cîhanê kom kirin û anîn axa kurdan. Çi bikin bila bikin ji bo ku zarok zêdetir neyên kûştin em ji Efîrnê derketin. lê vegera me pir nêz e.
Leyla di berdewamiya gotinên xwede balkişand ser hevkariya Rûsyê ya bi Tirkiyeyê re û wiha dawî li axaftina xwe anî:Em dijminên xwe baş nas dikin bi hevkariya Rusya ya bi Tirkieyyê re Rûsa jî xwe kir dijmin kurdan. Em Rûsiya di nav axa xwe de qebûl nakin. Ez dayika şervanan me, Ji bo Efrina xwe çar zarokên min hene ez ê wan ji fedayî rêya tekoşina pîroz bikim. Ji bo Efrînê em amede ne ku canê xwe feda bikin. 'Bijî Rêber Apo', 'Biji berxwedana serdemê' , 'Şehid namirin' Em ê axa xwe biparêzin."