Dîlek Ocalan: Ev dîrok li Amarayê destpêka mirovahiyê ye

  • 11:56 1 Nîsan 2018
  • Rojane
RIHA - Parlamentara HDP'ê Dîlek Oclan diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo wan "Zayîn e"  wiha got: "Em 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûnê qebûl nakirin .Ev dîrok dîroka ji nû de zayînê ye li Amarayê. Ger ku her kes dixwaze tiştekî bike bila ji bo rakirina tecrîdê tiştekî bikin."
 
Gundê Amarê yê Rihayê bi minasebeta rojbûna 69'emîn  amadekariya ku ji mêvanên xwe re malovaniyê bike dike.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Dîlek Ocalan ku di heman demê de xwarziya Abdullah Ocalan e, derbarê Amdekariyên 4'ê Nîsanê wateya 4'ê Nîsanê de axivî.
 
Dîlek diyar kir ku ew 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûnê nanirxînin û anî ziman ku ji bo wan tê wateya "Ji nû de zayînê." Dîlek bal kişand ser Tecîrda li dijî Rêberê PKK'ê Abdulaha Ocalan û tecrîd wekî ku ne tenê li ser kesekî li dijî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tê kirin.  Dîlek Aanî ziman ku ew di nava tecrîdê de tecîrêdê dijîn û ev tişt got: " Li gel van şert û merêcên zahmet birêz Abdullah Ocalan 19 sal in ku bi tena serê xwe li gel hemû tundiya hêzên navneteweyî l iber xwe da. Berxwedana xwe jî bi ya gel re kir yek û heta roja îro anî .Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan li dijî perspektîfa wî ya konfederalîzmê û ji holêrakirina wê ye. Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn perspektîfa ku Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan daniye holê ye."
 
'Wê hesabê bêhiqûqiya li Îmaraliyê bidin'
 
Dîlek bi bîr xist ku malbata Abdullah Ocalan 3 sale nikare pê re hevdîtinê bike û anî ziman ku astengkrina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bi tena serê xwe nakokiya dewleta tirk a 7 salan bi hiqûqa wê re ye.  Dîlek diyar kir ku kesên îroa van bêhiqûqiyan ji nedîtî ve tên wê sibe hesabê vê bidin, binpêkirina hiqûqê ya li Îmarliyê tê kirin tenê bi hiqûqa tirkiyeyê ne sînordarr e û bal kişand ser Komîteya Astengkirina Îşkenceyê  ya Konseya Ewropayê (CPT).  Dîlek diyar kri CPT'ê sûc kiriye û bertek nîşanî rapora derabrê Îmraliyê de amadekiriye ku piştî bi 2 slan diweşîne da.
 
'4'ê Nîsanê rojbûna mirvahiyê ye'
 
Dîlek diyar kir ku pêvajoya muzakereyan a ku ji aliyê gelan ve wekî hêviyekê bû di sala 2015'an de ji aliyê AKP'!ê  ve hat bidawîkriin  û veguhestina girtîgehana bi îşkencexaneyan girêdayî hev e  û anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe wê hemû gelên li tirkiyeyê heman pirsgirêkan bijîn. Dilek anî ziman ku kesên li dijî vê pêkanînê bêdeng dimînin hevkarên vî sûcî ne û wiha berdewam kir: "Tenê bi gotinê dijderketina li tecîrîdê bêwate ye.  Divê ku çalakî bên kirin. Divê ku tu kes qebûl neke rêberê gelan li Îmraliyê di wê rewşê de bê hiştin.  Ger ku her kes dixwaze ji bo xwe tiştekî bike  divê ku bikeve nav çalakiyên rakirina tecîrda li Îmraliyê."
 
Dîlek anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo kurdan wateya wê cuda ye  û got ku bîroz bahiya 4'ê nîsanê li vê derê wekî cejna biharê tê pîrozkirin.  Dîlek diyar kir ku wê 4'ê Nîsanê wekî her sal vê salê jî bi coş bê pîrozkirin û berxwedana ku hatiye destpêkirin Rojhilata Navîn ronî kiriye.  Dilek wiha dawî li axafitina xwe anî: "Em 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûnekê nagirin dest  .Evdîroka dîroka zayîna mirovahiyê ya li Amarayê ye. Em bang li hemû gelan dikin û ji bo pîrozbahiyê bên Amarayê."