Îdiaya xwendekarên muzîka Kurdî guhdarkirine hatine derbkirin

  • 09:03 1 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gorî îdiayan li Qoserê midûrê Lîseya Anadolu a Teknîk û Pîşeyî ya Îbnî Sîna Î.K. xwendekarê ku li dibistanê muzîka kurdî guhdar kiriye di nav xwendekaran de û piştre jî li odeya xwe  tehdîd û derb kiriye.
 
Li Kurdsitanê piştî ku bi hezaran mamoste hatin îxrackirin şûnde, peywirdarên li dibistanan hatine bicih kirin, bûyerên wan bi dawî nabin. Li Şirnexê li dibistanan axaftina bi kurdî hat qedexekirin û bi vê re jî li dibistanan her cureyê şîdeta psîkolojîk hat meşandin û li dîjî xwendekarên kurd şîdeta fîzîkî jî dest pê kir. Li gorî îdiayan li Qoserê midûrê Lîseya Anadolu ya Teknîk û Pîşeyî ya Îbnî Sîna Î.K, xwendekarê ku li dibistanê muzîka kurdî guhdar kiriye di nav xwendekaran de û piştre jî li odeya xwe  tehdîd û derb kiriye.
 
Li gorî vegotinên xwendekar û malbatan di rojên borî de xwendekarekî li muzîka Kurdî li dibistanê guhdar kiriye, di nav her kesî de ji aliyê alîkarê midûr ve hatiye derbkirin û piştre xwendekar biriye odeya xwe. Î.K yê xwendekar li odeyê derb kiriye, hat gotin tehdîd jî lê kiriye û şandiye polê.
 
‘Ev ne ya yekem e’
 
Li gorî vegotinên xwendekarên dibistanê alîkarê midûr li hember hemû xwendekarên bi Kurdî diaxivin bi vî awayî nêz dibe lê tu lêpirsîn derbarê wî de nayê destpêkirin.  Yek ji xwendekaran S.T   axivî û got: “Çawa dît ku zarok muzîka Kurdî guhdar dike bi ser de çû. Ewil li ber çavê me li lê xist.  Berê jî li gelek xwendekaran wisa kir. Got ‘Kî kurdî biaxive jî wê wisa bike.’Em niza zarok ji malbatê re gotiye an na. Lê dibe  heman pêkanîn li me jî bê kirin.”