'JINWAR warê wekhevî û azadiyê ye'
- 09:01 1 Nîsan 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
DIRBÊSIYÊ - Li gundê jinê JINWARê yê girêdayî Bajarê Dirbêsiyê ya Herêma Cizîrê, jin bi kedeke giranbiha jiyanek wekhev û azad dijîn. Di çarçoveya pergalek wekhev de jin xwe birêve dibin û dibêjin em feyza xwe ji xweza û pergala komînal a JINWARê digirin.
Li gundê jinê JINWARê ku girêdayî Bajarê Dirbêsiyê ya Herêma Cizîrê ye jin bi kedeke hevpar jiyaneke komînal ava dikin û di heman demê de bingeha civakek ji desthilatdariyê dûr ava dikin. Jinên JINWARê bi hêviyeke geş peyama serîhildana li dijî hişmediya baviksalarî didin û dibêjin ku JINWAR warê wekhevî û azadiyê ye.
Endama Komîteya gundê jinê, jina Enternasyonel a bi navê Nûjîn Deriya bi lêv kir ku ew bi dildarî dixwazin bingeha jiyanek li dijî faşîzmê û wekhev ava bikin û got:"Em bi dildarî dixebitin û hewl didin ku li JINWARê jin jiyanek komînal, wekhev û azad bijîn. Heta niha 21 mal hatiye avakirin. Ev mal ji bo hemû jinên ku wekhevî û demokrasiyê diparêzin hatiye avakirin. Her jin dikare were li vir bijî û bi awayekî hêsan xwe bînin ziman."
'Pergala JINWARê dê ji bo hemû cîhanê mînakek hêja be'
Nûjînê da zanîn ku pergala JINWARê dê ji bo hemû cîhanê mînakek hêja be û wiha dewam kir:"Li gundê JINWARê ji bo zarokan jî dê qadên pêşketinê bê avakirin. Dê dibistan,qadên lîstikê bê avakirin. Her wiha Nanpêj û Akademiya jinê jî dê bê avakirin. Van xebatên ji bo jinan û zarokan hîn berdewam dikin. Ji bo her pêdiviyên jin û zarokan em ê her dem bixebitin da ku jiyanek ji zilm, zext û zordestiyan dûr, bê avakirin."
'Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pergala JINWARê ya wekhev derkevin'
Her wiha Nûjînê bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li pergala JINWARê ya wekhev derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê hemû jinên cîhanê li hev xwedî derkevin ku li dijî zext û zordestiyên ku li wan tên kirin bikaribin têbikoşin. Li JINWARê jî pergalek serîhildana li dijî hişmendiya faşîst û baviksalarî tê avakirin. Ev pergal dê ji bo hemû cîhanê bibe mînak. Loma divê hemû jinên cîhanê li pergala wekhev a JINWAR ê xwedî derkevin."
'Ez ji bo avakirina jiyanek hevpar têdikoşim'
Xwarinpêja gundê JINWAR ê Zeyneb Silêman jî da zanîn ku ew ji bo avakirina jiyanek hevpar dixebite û têdikoşe. Her wiha Zeynebê anî ziman ku ew nanê tenûrê lê dixe û bi bêhna nanê tenûrê nasnameya wê ya Kurdewar tê bîra wê û ji bo parastina nasnameya xwe têkoşîna xwe berz dike.
'Bêhna xwezayê wekî bêhna şîrê dayikê ye'
Sîham Mihemed a ku di avakirina gundê JINWARê de bi dildarî dixebite bêhna xwezayê şiband bênha şîrê dayikê û wiha got:"Ez di nava avakirina gundê jinê JINWARê de cih digirim û di nava xwezayê de me. Daran diçînim û av didim. Bêhna daran, bêhna xwezayê wekî bêhna şîrê dayikê ye û aramiyê dide mirov. Banga min ji hemû jinan heye ku piştgiriyê bidin pergala JINWAR ê û werin bibînin. Bila hemû jin werin JINWARê bibînin û bibin şahidê xweza û jina ku mafê jiyaneke hevpar û azad dixwazin."