Ji 199 akademisyenan ji bo xwendekarên ku gotin 'Loqimê komkujiyê tuneye' name
- 17:29 31 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 199 akademîsyenên zanîngehên cîhanê yên weke Harvard, Cambrîdge û Yale bertek nîşanî binçavkirina 13 Xwendekarên Zanîngehê yên Serokê Giştî yê AKP’ê kirin hedef, dan.
199 akademîsyenên zanîngehên cuda yên cîhanê yên weke Harvard, Cambrîdge û Yale bertek nîşanî binçavkirina 13 Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya (BU) a Stenbolê yên loqimê operasyona Efrînê şermezar kirin, dan. Prof. Alîce Crary, Prof. Nancy Fraser, Prof. Amy Allen û Prof. Dr. Rahel Jaeggî jî di navê de 199 akademîsyenan name îmze kirin, ji Konsolosxane Tirkiyeyê ya New Yorkê, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Serokê Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) Yekta Sarac, Wezareta Neteweya Perwerdeyê Îsmet Yilmaza û Rektorê Zanîngeha Bogazîçî Mehmet Ozkan re şandin.
Naveroka nameya ku ji bo piştgiriya xwendekarên Bogaziçiyê hatin nivîsandin wiha ye:
“Em bi awayekî pir hişk li dijî binçavkirin û tacîzkirina li ser xwedekarên Zanîngeha Bogazîçiyê derdikevin. Girtînên di nava kampûsê de, bi serdegirtina polîsan a mal û warên xwendekaran nayên qebûlkirin. Recep Tayyîp Erdogan henekên xwe li xwendekaran kiriye û ji wan re gotiye ‘terorîst.’ Erdogan soz da ku van xwendekaran nede xwendin. Berê jî me dîtibû Erdogan wiha êrîş dike û ev dibe sedema girtina bi hezaran akademîsyen, rojnameger, hunermend û parazvanên mafê mirovan. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku demildest xwendekarê binçavkirî berdin. Em bang li hikûmeta siyasî ya Tirkiyeyê dikin ku hemû xwendekarên ji ber ramanên wan girtin berdin. Em piştgiriya xwe ya bi van xwendekarên ku bi cesaretek mezin mûxalîftî kirin, diyar dikin. Em soz didin ku heya ji me were em ê di qadên gelempêrî û taybet de piştgiriyê bidin van xwendevanan.”