Xizmên windayan faîlên Ahmet Bulmuş pirsîn

  • 16:31 31 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Li Amedê di çalakiya windayan de, faîlên Ahmet Bulmuş ê cenazeyê wî di bîrên BOTAL’ê de hat dîtin, hat pirsîn. Fermandarê Cendirmeyan a navçeya Cizîrê ya sala 1994’an Cemal Temîzoz gotibû wan Ahmet “Kiribûn mêvanên” xwe. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê  û xizmên windayan, di çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a 477’an de kom bûn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’ê pêk hat û di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan Adnan Orhan axivî û got: “Bi malbatên windayan re 477 carin em çalakiya xwe berdewam dikin û têkoşîna xwe didomîn in. Em ê heya dawiyê di edaletê de israr bikin.”
 
Dûre parêzer Hasan Yalçin axivî û behsa çîroka  Ahmet Bulmuş ê di sala 1994’an de li Şirnexê hat binçavkirin. Hasan, diyar kir ku di sala 1994’an de piştî Ahmet Bulmuş li Şirnexê hat girtin û  şûn de agahî jê nehat girtin. 3 kesên di destên wan dee telsîz heyîn bi darê zorê Bulmuş biçav dikin. Ahmet Bulmuş û malbata xwe ji gundê Hebler a navçeya Cizîra Şirnexê neçar dimînin ku koçî Cizîrê bikin. Ahmet li gund dikandarê dikir. Gava hat Cizîrê êdî nekarî kargehekê veke û di karên rojane de dest bi xebatê kir. Ahmet di Nîsana 1994’an de, ji bo radyoyan xwe tamîr bike diçe dikana hevalê xwe Beşîr ê li ser rêya Mardînê. Torosek spî tê berdikanê, 3 kesên di destên wan de telsîz heyîn ên bi çek bi darê zorê Ahmet li wesayîtê siwar dikin. Bêyî ku kontrola nasneya Ahmet bikin, jêre dibêjin ‘divê tu bi mere werî.’ Dûrê Ahmet li wesayîtê siwar dikin û bi xwe re dibin. hevalê Ahmet ê tamîra radyoyan dike, dibe şahidê bûyerê.”
 
Hasan, da zanîn ku piştî çend rojan Fermandarê Cendirmeyan ê navçeyê Cemal Temîzoz di mala Ahmet de lêgerînê pêk tîne, lê tiştekê nabîne û wiha got: “Ji hevjînê Ahmet Fatğim re dibêje ‘Me hevjînê te bir, bû  mêvanê me, heya 3-4 rojan emê wî berdin. Li malê çi diveşê re tu ji me re bêje.’ Gava Fatim dibêje wan tiştek veneşartiye, tê derp kirin. Durê çend carên din polîs û leşker bi ser malê de digirin. Nava rojê bombeya destan avêtin hewşa malê. Li ser vê yekê malbata Bulmuş ji xaniyên xwe derketin. Piştî vê bûyerê Fatim serî li rayedarên pêwindîdar dide, lê bê bersiv tê hiştin. Kesê binavê A. agahiya ‘ez û Ahmet Bulmuş bi hevre dibin çavan debûn. Çavên me girêda bûn, me ji dengên hev hevûdû nas kirin’ da malbatê. Ev şahid piştî 3-4 salan bêyî ku şahidiyê bike, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.”
 
Hasan, di dewama axatina xwe de wiha got: “Di sala 1996’an de li Sîlopiyê cenazeyê Ahmet bi 6-7 kesan re di bîrên BOTAŞ’ê de hatin dîtin. Hevjîna Ahmet Fatim, hevjînê xwe ji cilên wî nas dike. Cenazeyê Ahmet kiribûn kisekê û serê wî jê kiribûn. Ji ber ku Fatim ditirse gilî nake. Şaredariya Sîlopî yê cenazeyan li goristana bêkesan defin dike.  Kurê Ahmet Vedat, di kulanên bîrên BOTAŞ’ê de kiloxekê dibîne  3u li ser vê yekê ji nû de serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dide.”
 
Hasan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala 2009’an de lêpirsîn vebû û ji Vedat re gotin dê dinava 3 mehan de ji bo mîna xwînê bide dê banî wî bikin. Lê 4 sal derbas bûn, ne bakirin Vedat. Tenê îfadeya wî û du şahidan girtin. Lêpirsîn dûre veguherandin dozê. Lê pêvajoya  edlî pêk ne anîn.”
 
Piştî axaftina Hasan Yalçin, çalakî bi dawî bû,