Jinan xwest ku Berfîna bi zorê hat revandin bê dîtin

  • 15:27 31 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Notirvan Şerîf T. 3 roj berê bi çekan û bi zorê Berfîn G. revand û hîn tu agahî ji Berfînê nehatiye girtin. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku Berfînê bê dîtin. Jinan li ser hesabên xwê yên medyaya civakî pirsa '#Berfinnerede' kirin. 
 
Notirvan Şerîf T. 3 roj berê bi çekan û bi zorê Berfîn G. (21) revand û hîn tu agahî ji Berfînê nehatiye girtin. Malbata Berfînê serlêdana sûc kir lê hîn tu agahî ji Berfînê nehat girtin û ne dozgerî ne jî muduriyeta emniyata Dêrikê tu agahiyê nade malbatê. Jinên ku bûyerê dişopînin jî li ser hesabên xwê yên medyaya civakî pirsa '#Berfinnerede' kirin û bertek nîşan dan.  
 
Malbatê diyar kir ku kesên Berfînê revandiye diyar e û xwestin demildest Berfînê bê dîtin.