Rojnameya Welat: Dê rastî neyên hepskirin
- 14:24 31 Adar 2018
- Rojane
AMED - Rojnameya Welat piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat desteserkirin û êdî tu çapxane deriyê xwe li rojnameyê venekirin wê neyê çapkirin. Rojnameya Welat têkildarî rewşê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de Xwediyê Îmtiyazê yê Welat Zeynel Abidîn Bulut bal kişand êrîşên ser çapameniyê û rojnameya Welat û got: “Ji ber van sedemên zor û zehmet ji îro pêve rojnameya me Welat dê neyê çapkirin û şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev ji weşangeriya kurdi bernedin û bidomînin.”
Rojnameya Welat piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat desteserkirin û êdî tu çapxane deriyê xwe li wan venakin nikare rojnameyê çap bike. Welat ji ber ku çapxaneyan deriyê xwe li wan girtin û rêyên çapê li pêş wan hat girtin li Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Amedê civîna çapameniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, Hevserokên HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn û Mehmet Şerîf Çamci, endamên Kognreya Civaka Demokratîk (KCD), xebatkarên Welat û gelek rojnameger beşdarî civînê bûn. Di civînê de dowîzên “Rojnamegerî Ne Sûc e”, “Bes e”, “Rojnamegerî nayê hepskirin” û “Dê rastî neyên hepskirin” hildan.
'Ev geşedanek ne ji rêzê ye'
Di civînê de ewil Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral daxuyanî da û wiha got: “Tirkiye her roj bi zext û operasyonek nû şiyar dibe. Di hedefa desthilatdariyê ya ku dixwaze civakê têxe şiklekî medya heye. Herî dawî mînakek ku wisa di demokrasiya cîhanê de nîne, qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê kirin. Kargeha Çapxaneyê û rojnameyê hat desteserkirin. Gelek xebatkarên van saziyan hatin binçavkirin. Ev geşedanek ne ji rêzê ye.”
Mahmut bal kişand ser ne çapkirina rojnameya Welat û wiha domand: “Mixabin tu çapxaneyek dê rojnameya Welat a tekane li Tirkiyeyê bi kurdî weşanê dike, bi wêrekî bike nehat dîtin. Ji ber vê yekê rojnameya Welat duh bi awayek fotokopî derket û li xwîneran hat belavkirin. Me vî fîlmî di salên 1990'an de dîtibû. Wê demê jî desthilatdarî rojnameyan qedexe dikir û nedihişt bê belavkirin. Îro jî heman rêbaz li dijî rojnameyan tên bikaranîn û digirin. Li gel van hemû pêkanîn û qedexekirinan jî em ê rastiyê ji gel re ragihînin.”
Piştî Mahmut, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Abidîn Bulut jî li ser navê xebatkarên Welat daxuyanî xwend.
Daxuyaniya Zeynel Bulut xwend wiha ye:
'Çapemeniya yektîp dixwazin'
Li Tirkiyeyê zext û pêkutiyên li ser çapemeniyê di tu dema dîrokî de bi qasî vê dema hanê dijwar nebûbûn. Zordestî û sansur ji salên 1990’î jî dijwartir bûye.
Hikûmeta AKP’ê ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê û vir ve çapemeniyê ji bo xwe wekî gef dît û bi awayekî şedîd azadiya fikr, raman û hiqûqê bin pê kir. Sazî û dezgehên çapemeniya muxalîf girtin. Hişmendiya tekparêz tim û dayîm ‘çapemeniyeke yektîp û yekdeng’ xwest û ji bo bigihîje vê armanca xwe jî gelek komên weşanên ‘kirîn’ û xist bin destê xwe. Desthilata ku bi vê yekê jî çavtêr nebû bi çavnebarî û zikreşî qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê kir, bi dehan xebatkarên rojname û çapxaneyê binçavkirin. Îro li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger girtî ne û welat veguheriye zindaneke servekirî. Tehemûla wan ji deng û rengekî cuda re nemaye. Bi taybetî jî çand û zimanê kurdî hedef digirin.
Bi îlankirina OHAL’ê re zimanê kurdî bi awayekî fiîlî hatiye qedexekirin. Di encama polîtîkayên hanê de êdî mirov li kuçe û kolanan jî bi rehetî nikarin bi kurdî biaxivin, heta mirovên li kuçeyan bi vî zimanî stran dibêjin tên binçavkirin. Qeyûmên ku tayînî ser şaredariyan kirin wekî karê destpêkê çi tiştê li ser navê çand û zimanê kurdî hebû ji holê rakirin. Di serdema vê desthilata hanê de bi taybetî jî li dijî weşangeriya kurdî zexteke pir dijwar tê meşandin. Di serdema hikûmetên AKP’ê de gelek caran rojnameyên kurdî hatin girtin, gelek caran doz lê hatin vekirin, bi sedan salan ceza li xebatkarên wê birîn.
Ji ber zextan çapxaneyan rojname çap nekirin
Li Tirkiyeyê tekane rojnameya ku bi kurdî weşanê dike rojnameya Welat e û li vî welatî çapxaneyeke nayê dîtin ku rojnameyê çap bike. Piştî ku qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Çapxaneya Gunê hat kirin, berpirsên çapxaneya ku navenda xwe li Edeneyê ye û bi salan e rojnameyên me çap dikirin, ji saeta çapê re çend deqe mabûn li me geriya û desnîşan kir ku wan biryar girtiye ku êdî rojnameya me çap nekin. Li gel ku tu astengiyeke hiqûqî ji bo çapnekirinê tune ye jî, xwediyê çapxaneyê diyar kir ku ew nikare rojnameyê çap bike û ev yek ji qaweta wan zêdetir e. Xwediyê çapxaneyê bi xwe aniye ziman ku ji ber zext û gefan biryara çapnekirinê girtiye.
Çapxaneyan ji ber zextan derî li me girtin
Ji ber rewşa kambax a OHAL’ê û polîtîkayên zext û gefan li gel ku ev du roj e em li çapxaneyan digerin jî, me çapxaneyeke ku rojnameya me çap bike peyde nekir. Li gel ku me bi gelek çapxaneyan re hevdîtin jî pêk anîn lê ji ber atmosfera tirsê hatiye afirandin û ji ber gefan me tu çapxaneyeke ku bikare wêrekiya çapkirina tekane rojnameya kurdî Welat nîşan bide, me nedît. Di vê merhaleya hanê de helbet em ê desthilatdarî û neyartiya wê ya li hemberî weşanên muxalîf berpirsê vê rewşa hanê bibînin. Ji bo ku em nikaribin rojameyeke kurdî derbixin çi astengiyên tê hiş û aqilan danîn pêşiya me.
Tu demê gef kêm nebûn
Her roj belavkarên me rastî gefan tên, tên binçavkirin û girtin. Li gel ku biryareke komkirinê tune ye jî bi awayekî kêfî dest datînin ser rojnameyê me û destûrê nadin ku rojnameya Welat biçe gelek bajarên ku kurd lê dijîn. Li noqteyên kotrolê yên polîsan rojnameyên me dadixin û dişewitînin. Gelek caran gef li aboneyên me xwarine ku rojnameyê nestînin. Ji xebatkarên rojnameyê bigire heta bi belavkar, çapxane, xwendekar hemû wekî ku bûne hefef û em di vê serdemê de rastî zextên ku di tu dema dîrokê de em rastî wê nehatibûn tên.
Ev ziman ew çend dewlemend e ku nakeve bin destê tu desthilatdarî
Di nav van şert û mercan de şert û şirûd nehiştine ku em rojnamegeriyê bikin. Zimanê kurdî bi berxwedana xwe ya li dijî van zext û pêkutiyan heta îro hatiye. Em jî wekî parazvanên vî zimanê pîroz heta dawiyê em ê xwedî li zar û zimanê xwe derkevin. Ev ziman ew çend dewlemend e ku nakeve bin destê tu desthilatdarî û ev ziman ew çend berxwedêr e ku bi tu êrîşan ji holê ranabe.
Ji ber zor û zehmetiyan dê Welat neyê çapkirin
Desthilata ku vî welatî bi rê ve dibe neyartiya xwe ya li dijî çapemeniya muxalîf aniye asteke wisa ku rojnameyeke kurdî ku xîtabê gelê kurd dike çapxaneyeke nabîne ku were çapkirin. Ev rewşa heyî ji bo kesên vî welatî bi rê ve dibin şerm e; çapxaneyeke tune ye ku fikrekî cuda bi zimanekî cuda çap bike û biweşîne.
Ji ber van sedemên zor û zehmet ji îro pêve rojnameya me Welat dê neyê çapkirin û em ê weşangeriya xwe ya kurdî ku di çi şert û mercan de be em ê dev jê bernedin, em ê li ser înternetê bi awayekî berbelavtir û bi bandortir, bidomînin. Li dijî polîtîkayên bêdengkirinê em ê di demeke kurt de jî bi rojnameya xwe ya dîjîtal weşana xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku xwendevanên rojnameya Welat dê di her şert û mercê de xwedî li rojnameya xwe derkevin. Em bang li hemû gelê xwe, li aboneyê xwe, li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî dikin ku piştgirtiyê bidin me.”
Sîbel Yigitalp:Em ligel çapemeniya azad in
Di civînê de herî dawî Parlamenter Sîbel Yigîtalp jî axivî û êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar kir û got ku dê tu demê ne weşangeriya çapemeniya azad û ne jî zimanê kurdî bê qedexekirin. Yigîtalp got ku ew ê bi her awayî piştevaniya çapemeniya azad bikin.
Civîn bi lêdana çepikan bi dawî bû.