Xwediyê Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn
- 14:06 31 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Encamên Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe ya 21’emîn diyar bûn. Xelata Jûriyê dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînî wê hat kirin.
Encamên Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe ya 21’an diyar bûn. Rojnameger Bulent Ceyhan bi nûçeya xwe ya sernavê “Vane Belgeyên Cinayeta Gokhan Açikkollû” layiqî “Xelata Nûçeyan a Nivîskî” hat dîtin. Rojnameger Ozgen Bingol jî ji ber nûçeya xwe ya bi ser navê “Îfadeya gumanbar wezîr derewand” a der barê cenazeyê diya Aysel Tûglûk de, layiqî “Xelata Nûçeya Nivîskî” hat dîtin. Tamer Arda Erşîn jî bi wêneyên xwe yên di pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan ên Enqereyê layiqî xelatê hat dîtin. Rojnamevan Gençag Karafazli bi nûçeya xwe ya ser navê “Dewletê zarokê min xesp kir” a di Rojnameya Rize Nabizê de weşaya layiqî Xelata Rojnamegeriya Herêmî hat dîtin.
Juriyê îsal Xelata Taybet a Jûriyê da Rojnameya Ozgurklukçu Demokrasiyê ya qeyûm tayînî wê hat kirin û da nûçegihana Evrenselê Sevda Karaca.
Îsal di juriya Pêşbaziya Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe de ev kes cih girtin: Belma Akçura, Berkant Gultekin, Celal Başlangiç, Çigdem Toker, Elif Gorgu, Erol Onderoglu, Fikret İlkiz, İnan Kizilkaya, Kamil Tekin Surek, Kumru Başer, Melis Alphan, Nazan Ozcan, Nazim Alpman, Turhan Gunay.
Merasîma xelatdayinê di 10'ê Nîsanê de ye
Wê di 10’ê Nîsana 2018’an de roja jidayikbûnê ya Metîn Goktepe de xelat li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li Şaredariya Şîşliyê bê dayînn.