Şahida Efrînê: Gelek jin û zarok bi êrîş û îstisamara zayendî rû bi rû hatin hiştin
- 12:19 31 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikek ku li zaroka xwe ya 14 salî ku li Efrînê wenda bû digere anî ziman ku gelek jin û zarok ji aliyê komên girêdayî TSK'yê ve bi êrîş û îstismara zayendî rû bi rû dimînin.
Hat hînbûn ku TSK û komên girêdayî wê li Efrînê li dijî jin û zarokên keç sûcê şer pêk tînin. Li gor nûçeya Zeynep Kizilirmak a di ANF'ê de pêknanînên TSK'ê û komên girêdayî wê yê li Efrînê derdikeve holê. Tiştên ku berê ji aliyê DAÎŞ'ê li Şengalê dihat kirin niha li Efrînê tê kirin. Ev yek jî bi saya dayika ku li keça xwe ya 14 salî digere derket holê. Ji 18'ê Adarê roja TSK û komên girêdayî wê ket Efrînê heta niha gelek jin hatin revandin û tê gotin ku gelek zarokên keç û jin ên ku hatine revandin li nêzî kuçeyên Vilayetê yên navenda bajêr tên girtin. Hat gotin ku jin û zarokên keç di wan malan de bi êrîş û îstismara zayendî rû bi rû dimînin.
Gotina şahidan bûyerên ku tê jiyîn piştrast dike
Kesekî ku li kuçeya Mahmudiyeyê ya Efrînê rûdine û ji ber ewlehiya xwe nexwest ku navê xwe eşkere bike wiha got:"Ji dema ku TSK û OSO ketin Efrînê heta niha yek bi yek dikevin malên me û alavên me yên bi nirx birin. Zêr, alavên wekî din li qamyonan siwar kirin û birin. Piştre kuçe bi kuçe geriyan û mêr û jin kom kirin û ji hev veqetandin. Jin birin cihekî cuda. Qêrîna jinan me dibihîst. Li jinan çi dikirin ez nizanim. Îşkence li me mêran kirin. Gotin 'Hûn alîkariyê didin teroristan loma em ê alavên we û jinên we ji we bigirin û bibin'."
Şahidan wiha domand:"Du rojan me tî û birçî hiştin dawiyê me berdan. Lê hin zarokên keç û jin paş venegeriyan. Ew girtin û birin derek din. Em nizanin ew birin ku derê. Di nav dîmenan de keça 14-15 salî ku xizmên min e jî heye."
Dema ku li keça xwe geriya hîn bû...
Şahida ku anî ziman jin û zarok hatine revandin anî ziman ku her du keçên wê navên wan F.H û H.A ne. Şahidê anî ziman ku dema ku ew li keçên xwe digeriya ew hîn bûye ku gelek jin û zarokên keç jî hatine revandin. Her wiha şahidê anî ziman ku ew nikarin derkevin derve û ji bo zarokên xwe bibînin jî çarşefa li xwe dikin û derdikevin derve. Heta niha li kuçeya me dora 14-20 jin û zarok wendayine.
Do Şengal îro Efrîn...
Dayika ku zarokên wê wenda bûne ji cîranek xwe ya Ereb ku nêzî leşkerên tirk û OSO'yê ye hîn bûye ku zarokên keç û jinên ku hatine revandin li malên Kuçeya Vilayetê ya navenda bajêr tên girtin. Her wiha dayikê anî ziman ku zarokên wan li wan malana digirin û nahêlin kesek biçin wir û anî ziman ku tiştên ku do li Şengalê dibû îro li Efrînê dibe.
Keseke ku Ereb e û sûcê şer ên ku TSK û OSO li Efrînê dike piştrast kir wiha got:"Tugaya Hamza ya ku girêdayî Tirka ye li kuçeyan digere û jinan didin hev. Van jinan dibin malên ku li Kuçeya Vilayetê ye û wan ji sûbayên tirk û çeteyan re pêşkeş dikin."