Ji malbata Sabihaya ku bi hinceta 'îxbarê' hat girtin banga hestiyariyê

  • 10:53 31 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Sabîha Uzun a ku  li Nisêbîne bi hinceta 'şahidê veşartî' hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Malbata Sabîhayê ji bo wê banga hestiyariyê kir. 
 
Sabîha Uzun (58) 10 roj berê di encama serdegirtina ser mala wê ya li Kuçeya Firatê ya Nisêbîna Mêrdînê de bi hinceta "îxbarê" hat binçavkirin. Sabihayê do ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Sabîhayê di nav bûyerên ku li Nisêbînê hat jiyîn de bi rojan ji mala xwe derneket. Loma bi îdiaya ku di navbera salên 2015-2016'an de navên wê jî di nav bûyerên ku hatine jiyîn de heye û bi esasgirtina beyana 'Şahidê veşartî' Sabîhayê hat girtin. 
 
Piştî du salan 'Şahidê veşartî'
 
Sabîhayê nêzî mehekê di serdema qedexeya derketina derve de ji mala xwe derneketibû û dawiyê mecbûr ma ku derkeve. Piştî ku qedexe rabû Sabihayê mala xwe ji nû de çê kir û vegeriya mala xwe. Piştî ku Sabîhayê 10 rojan di bin çavan de ma ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. 
 
Piştî du salan bi hinceta 'di îfadeyan de navê wê derbas dibe' Sabihayê hat girtin. Her wiha hat diyarkirin ku kesê ku derbarê 180 kesan de îfade daye Bahattin Îlhan e. 
 
Ji malbatê banga hestiyariyê 
 
Malbata Sabihayê anî ziman ku Sabîhayê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê û şerd û mercên dijwar ên girtîgehê nikare di girtîgehê de bimîne û ji raya giştî re banga hestiyariyê kir.