'Çi dibe bila bibe em ê rastiyê ragihînin gel'
- 10:19 31 Adar 2018
- Rojane
Safiye Alagaş
AMED - Piştî ku qayyim tayînî ser Matbaaya Gunê bû ji ber gef û zextan tu matbaayan Rojnameya Kurdî ya Welat çap nekir. Gerînendeya Karê Nivîsê ya Rojnameya Welat Elifcan Alkan anî ziman ku hukumet li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi zext û gefan nahêle hemû rojnameyên muhalîf bên çapkirin û got çi dibe bila bibe em ê rastiyan ragihînin gel."
Di 28'ê Adarê de ji aliyê Fona Sigortayê ya Mevduata Tasarufê (TMSF) Matbaaya Gunê ya ku navenda buraya Ozgurlukçu Demokrasiyê û cihê çapkirina wê bû, hat desteserkirin. Piştî ku Matbaaya Gunê hat desteserkirin Rojnameya Kurdî 'Welat' ji ber zext û zordestiyan nehat çapkirin. Tu maatbayan ji ber zextan Rojnameya Welat çap nekir. Gerînendeya Karê Nivîsê ya Rojnameya Welat Elîfcan Alkan anî ziman ku derbarê girtina rojnameyê tu biryar nehatibû girtin û got:"Piştî ku Matbaaya Gunê hat desteserkirin ji bo em Rojnameya Welat li Matbaayek din çap bike me serî li gelek cihan da. Lê Matbaayên ku me hevdîtin pê re pêk anî ji ber gef û zextên dewletê rojnameya me çap nekir. Tenê rojnameya ku bi Kurdî li Tirkiyeyê dihat çapkirin Rojnameya Welat bû. Hikumet hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê zextan li Matbaayan dike ku tu rojnameyên muhalîf neyê çapkirin."
'Êrîşî rojnameyên ku dengên Kurdan dide bihîstin kirin'
Elîfcanê anî ziman ku ji ber zextan ev du roj in nikarin Rojnameya Welat çap bikin û wiha dewam kir:"Ji bo dengên Kurdan neyê bihîstin rêbazek wiha bi kar tînin. Ji bo em van zextana protesto bikin me rojnameya xwe wekî fotokopî derxist. Ji bo em rastiyê ragihînin gel em ê her rêbazê bi kar bîne. Dê weşana Rojnameya Welat a li ser internetê dest pê bike. Xebatên me didomin. Dê heta çend roja weşana Rojnameya Welat a li ser înternetê dest pê bike. Ev nayê wê wateyê ku em careke din rojnameyê çap nakin. Di nava her şerd û mercan de em ê hewl bidin ku rastiyan ragihînin gel."
'Tevî ku avahî hatin bombekirin me dev ji rojnamegeriyê berneda'
Elîfcanê da zanîn ku di dîrokê de cara yekem e ku qayyim tayinî ser rojnamyekê tê kirin û wiha dewam kir:"Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan hatiye çi astê. Tevî ku di salên 1990'an de avahiyên me hatin bombebarankirin me dev ji rojnamegeriyê bernedan. Gel ji van herdu rojnameyan bawer dikin. Welat û Ozgurlukçu Demokrasî. Ji ber ku em ne di bin bandora hikumetê de ne, em çapemeniya azad e loma zext li ser me tê ferzkirin. Lê çi dibe bila bibe em dev ji riya rastiyê bernadin."
'Gel rojnameya xwe tenê bernade'
Elîfê bi lêv kir ku ji ber zext û zordestiyên li ser rojnamegeriyê Ewropa jî Tirkiyeyê rexne dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ewropa jî sîstema Tirkiyeyê ya li dijî rojnamgeriya azad rexne dike. Lê Tirkiye pêşiya van rexneyan dixwaze ku bi qayyiman bigire. Lê çi dibe bila bibe em ê rastiyê ji gel re ragihînin. Gel jî piştgiryê dide me."