Hêvî Mistefa: Ji bo em axa xwe paşve bigirin em li vir in
- 09:46 31 Adar 2018
- Rojane
EFRİN - Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa diyar kir ku gelê Efrînê serîhildana 58 rojan a li dijî hovîtiyê berdewam dikin û got:"Plana sedsala 21'emîn a herî mezin di şexsê Efrînê de li Kurdan hat kirin. Lê heta ku ev bawerî û serîhildana gel hebe bila kêfa dagirkeran nê."
Gelê ku ji ber bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) berê derbasî navenda Efrînê bûn dawiyê jî derbasî Şehbayê bûn bi çar çavan li bende ne ku derbasî Efrînê bibin. Efrîniyên ku derbasî Şehbayê bûne diyar dikin ku ew ê teqez vegerin ser axa xwe. Hevseroka Kantona Efrînê diyar kir ku gelê Efrînê 58 rojan li dijî hovîtiyek mezin serî hildan û got li ber çavên hemû cîhanê zarok, jin û yên temenbilind hatin qetilkirin.
Plana herî mezin a sedsala 21'emîn di şexsê Efrînê de li ser Kurdan hat kirin
Hêviyê anî ziman ku 'bila kes nebêje qey desthilatdar bi ser ketine' û wiha dewam kir:"Gelê Efrînê bi ser ket. Çimkî di şerên di nav dewletan de jî teknîkek wiha pêşketî ya bi çekên giran nehat bikaranîn. Me bi çavên xwe dît. Efrîn a me ye û em ê ji bo axa xwe her tiştî bikin. Li Efrînê xwîna zarokên me rijiya. Lê xwîna wan li erdê namîne bila hemû kes wiha zanibe. Plana herî mezin a sedsala 21'emîn di şexsê Efrînê de li ser Kurdan hat kirin
'Ji bo em axa xwe paşve bistînin em li vira ne'
Hêviyê wiha dewam kir: "Dewleta desthilatdar a Tirk, Rûsya û kesên ku qaşo xwediyê axa Sûriyeyê ne Efrîn hedef girtin. Bi çekên giran û bi teknîka pêşketî êrîşî Efrînê kirin. Rûsya do hat 'Kampa berxwedanê' û got qey ew ê bi teyfikek xwarin gelê me bixapînin. Bêyî talîmat gelê Efrînê Rûsya ji kampê qewirandin. Dewletek ku me diforoşe bila bi hêsirên tîmsahan me nexapînin. Gel got 'Em xwarinê naxwazin em Efrîna xwe dixwazin, em dikarin bê xwarin bijîn lê em nikarin bê ax bijîn'. Heta ku bawerî û serîhildana gel hebe bila kêfa dagirkeran nê. Ji bo em axa xwe paşve bigirin em li vir in."