Li Mêrdînê eziyeta DEDAŞ’ê: Ev hefteyeke zarok nikarin bên şuştin

  • 09:10 31 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji aliyê DEDAŞ’ê ve li Mêrdînê elektîrîka 280’ê gundî hat birîn û hewcedariyên jiyanî niha hatine rawestandin. Jinên gundê ku ev hefteyeke di tariyê de ye wiha bertek nîşan dan: “Di bin vê de tiştên din hene. Madem deynê me heye bila bên fatureyan nîşanî me bidin. Ev hefteke em nikarin zarokan bişon.”
 
Li navçeyên Qoser, Dêrik, Nisêbîn û Artukluyê, ji aliyê DEDAŞ’ê ve bi hinceta ‘ceyrana kaçax bikar tînin û fatureyan ranazînin’ elektîrîka 280’ê gundî hat birîn. Li dijî vê rewşê welatî bi bertek in. Gundiyên ji ber ceyranê nikarin ava xwe jî bigirin, tiştên ku çandine jî nikarin av bidin. Welatiyan got divê ev pêkanîn demildest bi dawî bibe.
 
Jina bi navê Şafak Karaaslan diyar kir ku ev bi rojane perîşan bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber zîhniyeta qirêj venakin. Dibêjin perê ceyranê bidin. Her sal vê dikin, em êdî bêzar bûn. Tevî ku em pere didin jî vê bi me dikin. Gelo pereyekî pir dixwazin. Me fêm nekiriye. Bi dehan gund di vê rewşê de ne. Gelo hemû ji bo pere nedane di tariyê de dijîn. Bi şev dema mirov ji Qoserê diçin Mêrdînê her der tarî ye. Bi rojane her kes di vê rewşê de ye. Madem deyn heye bila fatureyan nîşan bidin.”
 
‘Ev hefteke em zarokan nikarin bişon’
 
Sultan Ertaş jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Em dibêjin çima hatiye birîn, dibêjin ‘deyn heye’. Lê em deynê xwe her meh didin. Wê demê bila deyn derxin û fatureyan nîşan bidin. Tevî me fature dane jî ceyranê dibirin. Ev hefteke em nikarin zarokan bişon. Em nikarin paqijiyê bikin. Li ku xizmetê didin? Ger xizmet hebûna wê ceyran hebûya.  Lê ne ceyran heye ne xizmet.”
 
‘Zilmê li me dikin’
 
Zehra Ertaş jî wiha bertek nîşan da: “Hikûmet ne avê û ne jî ceyranê dide me. Em ava xwe jî ji bîran dikişînin. Gelo ev rewşa me rewş e. Berê ceyran tunebû lê em rehet bûn. Lê niha ne av û ne ceyran heye. Zilmê li me dikin.”