Dildara doza zimanê Kurdî Dayika Hindê: Divê hemû dayik li zimanê xwe xwedî derkevin

  • 09:01 31 Adar 2018
  • Rojane
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Dildara doza zimanê xwe Dayika Hindê ku bi salan e ji bo zimanê Kurdî xizmetê dike anî ziman ku zimanê dayikê hebûna mirova ye û got:"Divê hemû dayik li zimanê xwe xwedî derkevin".
 
Dayika Hindê ku temenê wê 80 salî ye û bi salan e ku pirtûkên Kurdî dixwîne û dersa zimanê Kurdî dide bi lêv kir ku ew xeyalê zarokatiya xwe ya xwedîderketina li zimanê Kurdî pêk tîne û got:"Bi salane ku li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û zordestiyên tunde ye, her dem tê qedexekirin û heqaret lê tê kirin loma ez bi dilarî li zimanê dayika xwe li zimanê Kurdî xwedî derdikevim. Divê hemû dayikên Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin."
 
'Zimanê Dayikê rûmeta mirovatiyê ye'
 
Dayika Hindê diyar kir ku ew ji bo zarokên Kurd êşa zimanê dayikê nekişîne wê bi salan perwede daye zarokan û got:"Li Reqaya Sûriyeyê min bi salan dersa ziman da zarokên Kurd. Ji ber ku bi salan e zarokên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li ser axa xwe ji zimanê xwe bêpar dimînin loma min xwest ku bi dildarî perwerdeya zimanê dayikê bidim zarokên Kurd. Yên ku ziman pêş bixin û mîrateya zimanê dayikê bigihêje siberojê zarok in. Loma divê hemû dayikên Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin."
 
'Pirtûkên bi Kurdî bixwînin'
 
Dayika Hindê bal kişanda ser girîngiya xwendina pirtûkên bi Kurdî û got:"Pirtûk eynika siberoja civakê ye. Ji bo em li siberoja xwe xwedî derkevin divê em pirtûkên bi Kurdî bixwînin û bi zarokên xwe re bidin xwendin. Banga min ew e ku hemû dayik pirtûkên bi Kurdî bixwînin çimkî dayik bingeha civakê ye. Ji bo civakek azad, serkeftî û demokratîk divê jin xwedî li zimanê xwe derkevin û pirtûkên bi Kurdî bixwînin."
 
'Bila kesera bişavtinê di kurahiya dilê dayikan de nede der'
 
Dayika Hindê anî ziman ku ji bo mirov ji hebûna xwe dûr nekeve û neyê bişavtin divê li zimanê xwe xwedî derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Mirov dema ku ji zimanê xwe dûr bikevin wê demê ji çand, huner û dîroka xwe jî dûr dikeve. Ji bo pêşî li pişavtinê bê girtin divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Bi taybet jî divê jin li zimanê xwe xwedî derkevin. Bila kesera bişavtinê di kurahiya dilê dayikan de nede der û xizmeta ji bo zimanê dayikê zêdetir bibe."