Li girtiyê nexweş 20 roj cezayê huceryê birîn
- 17:09 30 Adar 2018
- Rojane
DÎLOK/AFYON - Li Girtiyê bi navê Îzet Turan ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîloke dimîne ji ber ku notê pirtûka xwend girt 20 roj cezayê hucreyê birîn. Li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê jî 3 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirin xistin hucereyê.
Li girtîgehên ku pitî OHAL'ê zext li wan zêde bûn pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan berdewam dikin. Îzet Turan ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê dimîne ji ber ku notê pirtûka xwend girt bi 20 roj cezayê hucereyê re rûbirû hat hiştin. Îzet turan ê ku hestiyê wî dihelin û nexweşê çav û mîdê ye, li gel raporên wî yên tendirustiyê nayê tehliyekirin. Îzet ê ku ji ber nexweşiyê roj bi roj dihele û zeîf dibe bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê pêdiviyên xwe yên rojane pêk tîne.
Li girtîgeha Afyonê çalakiya greva birçîbûnê
Li girtîgeha tîpa E ya Afyonê 3 girtiyên siyasî ji bo ku binpêkirinên mafan ên li dijî wan tên kirin û balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin. Piştî greva ku ji aliyê Mehmet Alî Gokçe, Mehmet Alî Kaya û Aydin Deger ve di rojên borî de hat destpêkirin, hat ragihandin ku ev her sê girtî kirine hucereyên cuda cuda.
Hat ragihandin ku ne malbat û ne jî havlên kesên ku kirine hucreyê ji wan tu agahiyan nagirin.