Tu çapxaneyan Welat çap nekir
- 16:06 30 Adar 2018
- Rojane
AMED /WAN- Piştî ku qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu demorkrasî hat kirin tu kesî rojnameya yekane a bi kurdî Rojnameya Welat çap nekir û îro rojname wekî fotokopî hat belavkirin. Rojnameya ku wekî fotokopî îro ji xwendekarên wê re hat belavkirin, xwendekaran jî piştgiriya xwe ya bi rojnameyê re ragihand.
Di 28’ê adarê de polîsan bi ser avahiyên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaya Gun yên li Stenbolê de girtin û bi destê TMSF’ê qeyûm tayînî rojnameyê kirin û desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûm re rojname weşana wê hat rawestandin û çapa li matbayê jî qedexe kirin. Gelek xebatkarên rojname û matbayê jî hatin binçavkirin û kar û barên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Vatana Stenbolê didome.
Piştî Matbaya Gun hat desteserkirin, çapxaneyên heyî yên li metropolên Tirkiye û bajarên herêmê jî ji ber gefên li wan hatine xwarin û zextên heyî rojnameya tekane ya kurdî ku li Tirkiyeyê weşanê dike Rojnameya Welat çap nekirin. Ji ber rojnameya Welat nehat çapkirin, îro rojname negihîşt ber destê xwendevanan. Li ser vê yekê rojnameya Welat biryar da ku rojnemeyê bi awayê fotokopî li abone û xwendevanê xwe belav bike û li Wan û Amedê li xwendevanan hat belavkirin.
'Çapxaneyan ji ber zextan çap nekir'
Belavkirina rojnameyê li Gazîler û taxa Hala Nû ji aliyê xwediyê îmtîyazê yê rojnameyê Zeynel Bulut ve hat kirin û Zeynel ji xwendevanan re got ku ji ber qeyûm tayînî çapxaneya Gun hatiye kirin rojname nehatiye çapkirin û wiha berdewam kir: "Em bi xwediyê çapxaneyên cuda re axivîn lê diyar kirin ku ew ji ber tirsê nikarin çap bikın. Çi dibe bila bibe em ê rojnameya xwe çap bikin."
Xwndekaran jî bertek nişanî rewşê dan û gotin ku ew ê piştevaniya xwe ya bi rojnameyê re berdewam bikin.
'Li dijî tundiyê em li gel çapemeniya azad in'
Li Wanê jî rojname li kolana Cumhuriyetê û ya Hunerê hat belavkirin. Xwendekarên ku rojname girtin bertek nîşanî matbayên ku rojname çap nekirin û zetên tên kirin dan. Ji xwendekarên rojnameyê Besna Çîftçî bertek nîşanî êrîşên li ser çapemeniyê da û wiha got: " Ez rojnameya Welat ji ber ku bi kurdî ye taqîp dikim û ez li gel çapemeniya azad im."
Van'da da Maraş ve Cumhuriyet Caddesi ile Sanat Sokağı'nda yapılan dağıtımda, Welat gazetesi okurları matbaalara ve yapılan baskıya tepki gösterdi. Gazete okuyucularından Besna Çiftçi, "Allah'ın verdiği dilden neden korkuyorlar. Welat gazetesini kendi dilimizden yayın yaptığı için takip ediyorum. Özgür basın asla yalnız değildir.
Xwndevanê rojnameyê Musa Ufler jî wiha got: "Dibe ku rojnameyên me bigirin lê nikarin rastiya gel bigirin. Em ê li her derê rastiyan bînin ziman."