Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand

  • 12:53 30 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Efrînê yên ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên hevkarên wê neçar man koçî Şehbayê bikin, şandeya rayedarên Rûsya ya ji bo 'alîkariyê' hatin kampê, qewirandin.
 
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO bi alîkariya Rûsyayê di 20'ê Çileyê de êrîşî Efrînê kirin. Dagirkerî û şerê li ser axa Efrînê ya TSK û OSO di roja 70'yemîn de berdewam dike. Ji ber êrîşan nêzî 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan welatî birîndar bûn û  bi sedan gund û bajarok hilweşiyan. YPG/YPJ’ê ji bo gelê sivîl ji êrîşan biparêze roja 18'ê Adarê Efrîn vala kir. Bi sed hezaran Efrîniyên koç kirin, li Şehbayê di nava şert û mercên giran de dijîn. Şandeyek Rûsyayê di 29’ê Adarê de ji bo 'alîkariyê' bide gelê sivîl çû kampê. Lê gelê Efrînê nerazîbûnek tund nîşanî şandeya Rûsyayê dan. Efrîniyan Rûsya şermezar kirin, 'alîkariya wan' red kirin û ji herêmê qewirandin. 
 
Ji ber nerazîbûna gel, şandeya Rûsyayê neçar ma ku ji herêmê derbikeve.