Malbata Abdullah Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin

  • 11:50 30 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 69’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi riya parêzeran bi boneya roja duşemê hedîtinê bi Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbatên sê girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konak Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbat bi vê serlêdanê re ji 11’ê îlona 2016’an û vir ve ev bû cara 69’emîn serî li dozgeriyê didin.