Platforma Jinan a Şahmaran xwest ku Berfînê bê dîtin

  • 11:24 30 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmaran xwest ku Berfîn G.ya ji alyê Şerîf T. û kesên pê re hat revandin bê dîtin û got ku ew ê şopdarên dozê bin. 
 
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê  derbarê Berfîn G. ya ku duh dema diçû mala xwe ji aliyê notirvanê Taxê Şerîf T. û kesên pê re di bin zora çekê de  hat revandin de daxuyanî da.  Platformê diyar kir ku ligel serlêdana süc ev 3 roj e Berfîn G. nehatiye dîtin û ji bo dîtina Berfînê tişta pêwist ew ê bikin.  Platformê diyar kir ku ew ê li her derê li dijî şîdeta li ser jinê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Em wekî Platforma Şahmaran a Jinê di serî de dibêjin ku hemû êrîşên li ser jinan polîtîk in.  Bi îktîdara heyî re û bi OHAL'ê re bêcezahiştina mêr di warê êrîşên li ser jinan de cesaetê dide mêran û êrîşê li ser jinan zêdetir dike.  Duh li Midyatê îro li Dêrikê îstîsmara li ser zark û jinan a zayendî zêde dibe.  Li hemberî bûyerên ku pêk tên sebra me her ku diçe kêm dibe.  Em ê li dijî van êrîşan heta dawî li ber xwe bidin.
 
Em wekî platforma jinan li gel ku em tu êrîşan qebûl nakin em vê hovîtiyê jî qebûl nekin.  Em diyar dikin ku em ê hata dawî li ge Berfîn G. bin û li dijî hemû tundiya ku li ser jinan tê kirin li ber xwe bidin.