'Em ê hêvî û têkoşîna xwe mezintir bikin'

  • 10:04 30 Adar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
EFRÎN - Jinên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk derbasî Şehbayê bûn anîn ziman ku tu kes dê nikaribe vîna wan bişkîne û got:"Ji bo em vegerin ser axa xwe ya Efrînê, em ê hêvî û têkoşîna xwe mezintir bikin"
 
Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar man ku derbasî Şehbayê bibin û tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna xwe berdewam dikin bi lêv kirin ku ew bejna xwe li ber talankeran û desthilatdaran natewînin û gotin:"Heta dawî ji bo em dîsa vegerin ser axa xwe Efrînê em ê şopdarê berxwedana serdemê be."
 
Jina bi navê Eyşe Muhemed diyar kir ku berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike Efrîn cihekî aram bû û got:"Dewleta tirk bi tank û topan êrîşî me dikir zarokên me qetil dikirin. Li ser mal û mulkên me rûniştin. Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike li Efrînê jiyanek ewle, aram û wekhev hebû. Lê bi êrîşên dewleta tirk talan dest pê kir. Em dixwazin talanker ji Efrînê derkevin û em vegerin ser axa xwe. Em ê heta dawî ji bo vegerin ser axa xwe berxwe bidin."
 
'Gelê Efrînê dê li azadiya xwe xwedî derkevin'
 
Her wiha jina bi navê Emîne Elî jî anî ziman ku ji ber êrîşa dewleta tirk ew ji Efrînê derketine û got:"Me dev ji axa xwe bernedida em heta dawî jî man lê ji ber ku dewleta tirk bi tank û topan êrîşî me dikir û her roj gelê Efrînê qetil dikir em neçar man ku ji Efrînê derkevin. Lê bila Erdogan baş bizanibe ku gelê Efrînê dê li azadiya xwe xwedî derkevin û têkoşîna xwe berdewam bikin da ku dîsa vegerin ser axa xwe."
 
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
 
Fehîme Ebdo anî ziman ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û got:"Tevî hemû zext û zordestiyan em ê li dijî faşîzmê têbikoşin. Em ê ji bo berxwedana serdemê hêvî û têkoşîna xwe mezin bikin û hişmediya desthilatdar û faşîst têk bibin. Ji bo em vegerin ser axa xwe ya Efrînê, em ê hêvî û têkoşîna xwe mezintir bikin."