Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek û gelek kesên din hatin binçavkirin

  • 09:29 30 Adar 2018
  • Rojane
 
 
 
 
EDENE - Li Edeneyê di encama serdegirtinên malan ku hatin kirin de nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Li Edeneyê serê vê sibehê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li malên ku lêgerîn hat kirin alavên malan hatin belavkirin û yên dijîtal jî hatin desteserkirin. Pitî lêgerîna ku hat kirin bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî û bi îdaya "Propagandaya rêxistinê kirin" gelek kes hatin binçavkirin.
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin muduryeta Emniyetê ya Edeneyê.