Qadên hatine xespkirin didin weqfên olî

  • 09:13 30 Adar 2018
  • Rojane
 
AMED - AKP ya ji roja hatiye desthilatdariyê hewl dide ‘nifşê oldar’ bigihîne, di hevdîtinên Butçe û Plana sala 2018’an de ji bo Serokatiya Karê Diyanetê butçeyek mezin veqetand û di bin navê Qursa Kuranê de ji bo weqfên olî bikin qada rêxistinê butçeyek mezin veqetand.
 
Wezareta Perwerdê di 2012’an de diyar  kir ku perwerdeya beriya dibistanê ferz nîne û bi vê re valahî  ji aliyê Wezareta Karê Diyanetê ve hat tijekirin. Diyanetê ji bo zarokên 4-6 salî  bi ‘Projeya Perwrda Olî ya Beriya Dibistanê  ya Qursên Kuranê’ berdewam kir.  Di sala perwerda 2013-2014’an de  Enqere, Stenbol, Îzmîr 10 pol, li Edene, Qeyserî, Amed, Dîlok, Samsun, Erzgîngan û Rîzeyê jî bi 5 polan proje hat destpêkirin û di 2014-2015’an de jî  li hemû tirkiyeyê belav bû.
 
Ji bo DÎB’ê 7 mîlyar û 774 mîlyon û 183 hezar TL butçe 
 
Di hevdîtinên Komîsyona Butçe û Planê ya TBMM’ê ya 2018’an de  ji bo Serokatiya Karê Diyanetê (DÎB) 7 mîlyar û  774 mîlyon û 183 hezar TL butçe hat veqetandin.   Tê payîn ku heta dawiya salê ev butçe wê 8 mîlyarî derbas bike.Butçeya DÎB’ê ya hewl dide nifşekî oldar bigihîne ji sedî sed hat zêdekirin.
 
Ji bo weqfan qadên rêxistinê
 
Bi taybet bi alîkariya şaredariyên AKP’ê  gelek qadên îmarê teslîmê TURGEV û weqfên Ensarê hat kirin.  Piştî bûyera îstîsmara li Weqfên Ensarê şûnde  gotinên wekê ‘ ji carekê tiştek nabe’ hatin gotin û wezareta perwerdê bi weqfê re îmze avêt organîzasyonekê.  Di projeya bi navê ‘xelatên nirxê yên Tirkiyeyê’ de di beşên wêne, helbest, çîrok, karîkator, kurtefîlman de  pêşbirk pêk hat. Ji bilî Ensar û TURGEV’ê weqfên wekê Hîzmet, Hayrat, ÎHH, Cemiyeta Yayma Îlîm, Bîrlîkê jî ji bo di bin navê ‘perwerda nirxand’ de semîner û dersan bidin, qadên rewa hatin afirandin û qadên rêxistinkirinê hatin befirehkirin.
 
‘Qeyûm jî polîtîkayên AKP’ê dimeşînin’
 
Qeyûmên ji aliyê AKP’ê ve hatine tayînkirin jî ji bo berjewendiyên desthilatdariyê faliytan dimeşînin.  Qeyûmê tayînê şaredariya Farqîna Amedê bûye avahiya prefbrîk ya li Parka Ortaçeşme ji bo 5 salan da Miftitiyê û ji bo xebatên qursa Kuranê ya ji bo zarokên 4-6 salî hat vekirin. Qeyûmê tayînê şaredariya Payîzava ya Wanê bû jî  Kreşa Xeyrî Şînîk veguhert Qursa Kuranê.
 
Qeyûmê Nisêbînê Ergun Baysal Navenda Çanda Mîtanî ji bo AKP’ê vekir û ji xizmetên weqfên wek TUGVA  re vekir. Li aliyê din hat  Navenda Çanda Mîtanî a Mêrdînê jî ji bo xebatên TURGEV’ê hatiye amadekirin.
 
Qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû jî Navenda Jiyana Zarokan a Hinhar girt û tê gotin ku wê ji bo Qursa Kuranê bê vekirin.