Nafiyeya du zarokên wê hatin qetilkirin: Hêrsa me mezin, serê me bilind e
- 09:10 30 Adar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Nafiye Kuçuk a di bodrumên Cizîrê de du zarokên wê hatin şewitandin diyar kir ku hîna bi ser mala wan de tê girtin û got: “Zarokên min dipirsin. Bi vî awayî êşa me zindî dikin. Çi dikin bila bikin em ê serbilind bin û em ê ji riya zarokên xwe derkevin.”
Nafiye Kuçuk a di dema qedexeyên derketina derve de di bodrumên Cizîrê de zarokên xwe Egît û Fadil (Adîl) winda kir, her roj diçe taxê û hêvî dike tiştekî aydê wan bibîne. Nafiye ji bo zarokên xwe xilas bike bi dehan carî bi alên spî ket nav pevçûnan li zarokên xwe geriya. Nafiyeyê wiha got: “Zarokên min ser bilind çûn. Em ê jî di riya wan de bimeşin. Dayikên xwestin zarokên xwe bigirin, hatin astengkirin û birin qerekolan.”
Nafiyeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Kurê min Egît li leşkeriyê bû. Ji ber derûniya wî nebaş bû şandibûn malê. Çawa hat qedexeyan dest pê kir. Wê demê derketibû derve. Em lê geriyan û me got bê malê. Lê got ew bi hevalan re ye û nayê. Piştre derket holê ku mirov di bodruman de ne. Di dema qedexeyan de birayê wî Adîl jî birîndar bûbû. Me xwest em biçin cem kurê min. Me dayikên aştiyê jî kom kirin û me xwest em biçin cihê bodruman. Polîsan gaz avêt me, telefonên me girtin û em binçav kirin. Me tirkî nizanibû. Min hewl da ez derdê xwe bêjim. Min got du kurê min di bodrumê de ne. Wan jî got ‘Hemû PKK’î ne’. Heqeret kirin. Bi devê xwe gotin wan hemû kuştine. Em wê şevê li qerekolê man. Navnîşana me girtin. 250 TL pere ceza li me birîn. Roja din li şaredariyê di televîzyonê de min navê kurê xwe Adîl dît. Digot Fadil Kuçuk birîndar e. Çawa min dît ez nikaribûm bisekinim. Em bi alên spî heta cadeya Nisêbînê çûn. Lê dora me girtin. Ji me re gotin bombe avêtine bodruman û hemû kuştine.
‘Bi şev û roj li benda wan mam’
Ez û Esmer Tunç bi hev re li ber şaredariyê man. Em bi dehan carî li ambulansan geriyan. Ez bi şev û roj payîm. Êvarê dengê teqînê hat. bodrum şewitandibûn. Me got dibe zarokên me hatibin qetilkirin. Ji ber me agahî ji wan negirt. Bavê wan çû Mêrdînê mînaka xwînê da. Hefteyek şûnde mînaka xwîna bavê wî bi Fadil re yek derket. Em çûn Sîlopiyê me cenaze girt. Hîna şîna me berdewam dikir di roja sêyemîn de me agahiya cenazeyê Egît girt. Heman zilm di girtina cenazeya Egît de jî hat jiyîn. Morg tije cenaze bûn. Hemû kiribûn poşetan. Numare lê kiribûn. Dema cenaze dibirin dikeniyan. Digotin ‘destê me sax be me kuştiye’. Me Egîtê min jî anî û me şuşt. Mele got hewce bi şuştinê tune, ew şehîd in. Roja din qedexe rabû. Me xwest em bibin Cizîrê lê destûr nedan. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ez bi mîrateya zarokên xwe di riya wan de berdewam dikim. Em tu car wan ji bîr nakin.”