Li sînorê Nisêbîn- Qamişlo çi dibe?

  • 09:07 30 Adar 2018
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Di van rojên ku li dijî qezencên Kurdan êrîş zêde bûne, dîwarên li sînorê Nisêbîn- Qamişlo jî hatin berfirehkirin.  Li sînorê ku tevgereke mezin a leşkerî tê jiyîn, hat gotin ku kulubeyên binê erdê tên çêkirin û wê gundên sînor bên valakirin.
 
Li sînorê Nisêbîna Mêrdîn û bajarê Qamişlo ya Bakurê Sûriyeyê di 1’ê Mijdara 2013’an de bi hinceta ewlehiyê dîwarên betonê yên 4 metre hatin danîn.  Ev dîwarên xistin navbera gel, ji aliyê kesan şibandibûn dîwarê Berlînê ya li Elmenyayê piştî duyemîn Şerê Cîhanê hatibû çêkirin û wek ‘dîwarê şermê’ hat binavkirin. Di vê pêvajoya ku li dijî qezencên Kurdan êrîş zêde bûne, bal kişand ku ev dîwarên beton berfireh bûne.
 
Îdiaya kulubeyên binê erdê
 
Tevgera li sînor a piştî daxuyaniyên serokomar Tayyîp Erdogan û êrîşên li hemberî Efrînê, bala gel kişand, piştî sererastkirinên nû ji bo leşkeran zêdetir qad hat vekirin. Li gorî îdiayan li qada nobet hatiye girtin bi kepçeyan li bin erdê kulube tên çêkirin. Welatiyan gotin gelo kepçe bi kîjan armancê diçin qadê û  balkişandin ser tevgera li ser sînor tê jiyîn. 
 
Gelo wê gundên sînor bên valakirin?
 
Li aliyê din di navbera gel de tê nîqaşkirin ku gundên sînor wê bên valakirin.  Keyayên gund gotin ev tenê îdia ne û got derbarê valakirina gundan de ji bo wan teblîgatek nehatiye.