Jinên Kobanê: 4'ê Nîsanê tê wateya vejînek nû

  • 09:05 30 Adar 2018
  • Rojane
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Jinên Kobanê yên ku bûn şahidê zindî yên fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku ji bo jiyanek azad û serbixwe divê wateya 4'ê Nîsanê baş bê famkirin û gotin:"Fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rê li gelek çareseriyan vekiriye û ji bo demokrasiyek mayinde mînakek dîtbar e."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amaraya Xelfetê ya girêdayî bajarê Rihayê ji dayik bû. Her sal gelê Kurd bi girseyek mezin diçin Amarayê û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. Bi munesebeta rojbûna Abdullah Ocalan jinên Kobanê yên ku bûn şahidên zindî yên fikir û felsefeya wî di serî de 4'ê Nîsanê li hemû gelê Kurd pîroz kirin û gotin:"Rêber Apo bi têkoşîn û hezkirinek mezin bi salan doz û mafên gelê Kurd parast. Divê em di 4'ê Nîsanê vê roja pîroz de ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe berz bikin û bi dilekî hevpar dirûşma "Bijî  Serok Apo" berz bikin."
 
Dayika Hindê Şax di serî de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got:"Dema ku bi Rêbertiya Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat avakirin em li Reqayê diman. Me jî li Reqayê dest bi parastina doza PKK'ê kir. PKK tevgerek wiha bû ku hem bi sekna xwe hem jî bi parastina mafê gelê Kurd û jina Kurd hêviyên dilê gelan geş dikir. Li Helebê ez bûm şahida zindî ya fikir û felsefeya Rêber Apo. Dema ku cara yekem min ew dît kelecanek mezin dilê min girt û hêza min a ji bo têkoşîna doza min zêdetir bû. Sekna Rêber Apo ya ji xwe bawer hêza min jî zêde dikir. Wî derbarê jinan her dem digot ku jin hêz û baweriya civakê ye, divê jin zincîra koledariyê bişkîne û xwe azad bike. Ez gelekî di bin bandora sekin, axaftin û fikrê wî de mam. Divê em ji bo siberojek demokratîk û aram li Rêber Apo xwedî derkevin û ji bo azadiya wî berxwe bidin."
 
'Evîndarê doza xwe û gelê xwe bû'
 
Ayşe Mihemed anî ziman ku ew bi dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi siûd hês dike û wiha got:"Dema ku ez bûm şahidê nêrînên bi rûmet ên Serokatî min xwe gelek bi siûd hês kir û kelecanek mezin girt dilê min. Serokatî bi fikir û ramanên xwe teşeyek nû da jiyanê û rê li gelek hêviyên nû vekir. Xwedî xeyal û heqîqatek mezin bû. Şopdarê doza azadiya gelê xwe bû. Min feyzek mezin ji Serok girt. Evîndarê doza xwe û gelê xwe bû. Em ê heta dawî ji dil û can girêdayî fikrê Serokê xwe bin û ji bo ew azad bibe em ê heta dawî berxwe bidin."
 
'Doza têkoşîna azadiyê bi saya Abdullah Ocalan pêş ket'
 
Zergê Şêx Mihemed diyar kir ku bi dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrîna wê ya jiyanê guhert û got:"Bi fikir û ramanên Rêber Apo nêrîna min a li dijî jiyanê û têkoşîna azadiyê guhert. Doza têkoşîna azadiyê ya min bi saya Abdullah Ocalan guhert û pêş ket. Serokatî mirovekî fedakar û girêdayî doza xwe bû. Li dijî faşîzmê wî tifaqa têkoşînê ava kir û bi saya wî em jî bûn şopdarê têkoşîna doza xwe û di vê tifaqê de me cihê xwe girt. Em ê heta dawî şopdarê fikir û felsefeya Serokê xwe bin û heta ku tecrîda giran a li ser wî rabe em ê têkoşîna xwe bidomîne."