ROJEVA 30'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 30 Adar 2018
  • Rojev
 
 
*Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn anîn ziman ku ew ê heta dawî têbikoşin ku dîsa vegerin ser axa xwe û gotin:"Dewleta tirk me ji mala me û axa me kir. Lê tevî hemû zext û zordestiyan em li ber xwe didin da ku em vegerin ser axa xwe."
 
*Jinên Kobanê yên ku bûn şahidê zindî yên fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku ji bo jiyanek azad û serbixwe divê wateya 4'ê Nîsanê baş bê famkirin û gotin:"Fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rê li gelek çareseriyan vekiriye û ji bo demokrasiyek mayinde mînakek dîtbar e." BI DÎMEN
 
*AKP ya ji roja hatiye desthilatdariyê hewl dide ‘nifşê oldar’ bigihîne, di hevdîtinên Butçe û Plana sala 2018’an de ji bo Serokatiya Karê Diyanetê butçeyek mezin veqetand û di bin navê Qursa Kuranê de ji bo weqfên olî qada rêxistinê butçeyek mezin veqetand.
 
*Di van rojên ku li dijî qezencên Kurdan êrîş zêde bûne, dîwarên li sînorê Nisêbîn- Qamişlo jî hatin berfirehkirin.  Li sînorê ku tevgereke mezin a leşkerî tê jiyîn, hat gotin ku kulubeyên binê erdê tên çêkirin û wê gundên sînor bên valakirin.
 
*Nafiye Kuçuk a di bodrumên Cizîrê de du zarokên wê hatin şewitandin diyar kir ku hîna bi ser mala wan de tê girtin û got: “Zarokên min dipirsin. Bi vî awayî êşa me zindî dikin. Çi dikin bila bikin em ê serbilind bin û em ê ji riya zarokên xwe derkevin.” DÎMEN HEYE