Daxwaza parêzeran a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
- 17:51 29 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 742’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgerê Bursayê serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Raziye Turgut bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 742 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 742’yemîn care tê redkirin.