Kurdên êzidî yên Şengalê: Em dikarin xwe biparêzin

  • 17:18 29 Adar 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Civaka êzidî yên kurd li Şengalê li dijî zext û êrîşên dewleta tirk rabû ser piyan, meşiya û zextên dewleta tirk şermezar kirin
 
Li dijî gefên dewlet û Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî civaka êzidiyên kurd û dagirkirina Şengalê, civaka êzidî tevî hemû sazî, komele û rêxistinên xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê meşiya. Di meşê de bang li hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî dewleta tirk helwestê nîşan bidin.
 
Meşê ji navenda Sinûnê dest pê kir û heta ber avahiya Navenda Rêveberiya Sinûnê dewam kir. Êzidiyan gotin, ji bilî hêzên ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi wan re bûn û ew parastin, ew ê hebûn ti hêzê li ser axa xwe qebûl nekin. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hesen Hecî piştî meşê daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Em gefên dewleta tirk qebûl nakin ku ji bo komkujiyê li ser axa me bike dixwe. Em ji hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî dixwazin ku li ber gefên dewleta tirk bêdeng nemînin. Dewleta tirk nikare xwe li rêvebirina xwe bi xwe ya gelê Şengalê rabigire, lewma gefan dixwe." Hesen Hecî destnîşan kir ku civaka êzidî êdî dikare bi vîna xwe tevbigere.
 
Hesen Hecî li ser vekişîna gerîlayên HPG/YJA Starê ji Şengalê got, "Em spasiya PKK'ê dikin. Em ê wan ti carî ji bîr nekin."
Berpirsyarê Navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî got, "Ji bo gelê me çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan."