27 xebatakarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hatin binçavkirin

  • 15:44 29 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Hat aşkerakirin ku 27 xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun hatine binçavkirin.  Li çapxaneyê lêrîn berdewam dike, kilîdên deriyê rojnameyê ku hatin şikandin jî hat dıyarkirin ku hatine guhertin û li hundurê agahiyê jî hin kes hene.
 
Bı ser buroya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya li Beyogluya Stenbolê ü çapxaneya Gun ku rojname lê dihat çapkirin de hat girtın û ji aliyê TMSF'ê de hatibûn desteserkriin. Ji duh û vir de xebatkarên rojname û çapxaneyê jî di nav de 27 kes hatibûn binçavkirin. 
 
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hat weşandin kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ye: Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn , xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daş dogen, Îrfan Karaca, Mehmet Emîn Sumelî, Îhdan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazim Goçer, Necatî Hîzarci, Mahmut Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay,   Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demîtaş û Îsmaîl ê ku paşnavê wî nehat zanîn.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de li mala Gerînendeyê Giştî yê Weşana rojnameyê Yilmaz Yildiz de hat girtin û telefon û kompîtûra Yilmaz hat desteserkirin.