Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş birî
- 14:33 29 Adar 2018
- Rojane
MÊRSÎN - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Mêrsînê di doza dihat darizandin de, pareyê ceza lê hatbirîn.
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, bi hinceta li Mêrsînê beşdarî çalakiyeke ji bo sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bû, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistina terorê kirin” doz hatibû vekirin. Biryar danişînê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Parêzerên Beştaş beşdarî danişînê bûn û paratin kirin.
Piştî parastinê, şandeya dadgehê, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek cezayê girtîgehê li Beştaş birî. Dûre şandeya dadgehê pêvajoya darizandinê di ber çavan re der bas kir û cezayê salekê daxwist 10 meh cezayê girtîgehê. Piştre jî şandeya dadgehê cezayê girtîgehê veguherand cezayê 6 hezar TL.