Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir

  • 13:46 29 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Nisêbînê bû, bîrdariya Newrozê ya ji bo bîranîna 16 kesên di Newroza sala 1992'an de hatibûn kuştin, xera kir. Qeyûm diyar kir ku dê li şûna wê kuleya saetê dîne. 
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Qeyûm bîrdariya Newrozê ya Nisêbînê xera kir. Qeymeqamê Nisêbînê Ergun Baysal ê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin, bîrdariya Newrozê ya ji bo bîranîna 16 kesên di Newroza 1992'an de hatibûn qetilkirin, hatibû çikilandin, xera kir. Di pîrozbahiya Newroza 1992'an a Nisêbînê de leşker û polîsan li ser gel gule reşandibûn û 16 welatiyan ji jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo bîranîna 16 kesan şaredariya Nisêbînê li taxa Devrîmê bîrdarî ava kiribû. Bîrdariyê 16 welatiyên di destê wan de meşale hebûn û nûnertiya Newrozê dikir. Lê qeyûm ferman da yekîneyên şaredariyê 
û yekîneyên şaredariyê bi kepçeyan bîrdarî rûxandin. 
  
Qeyûm yê wêneyê xerakirina bîrdariyê parve kir, di hesapê medya civaki de diyar kir ku dê li şûna peyker kuleya saetê ava bikin. Bîrdarî di sala 2013'an de ji aliyê şaredariya gel ya DBP'ê ve hatibû avakirin. Balkêş e piştî Newroz di 21'ê Adadê de bi girseyek mezin hat pîrozkirin Qeyûm ferman da û bîrdarî xera kir.