Di şahiya li Meclisê de jin hatin astengkirin!

  • 13:45 29 Adar 2018
  • Rojane
ENQERE - Li meclisê ku zîhnîyeta baviksalar lê serdest e, di şahiya ku ji aliyê mêran ve hat kirin de derketina jinan a ser dikê hat astengkirin.
 
Li meclisê di şahiya ku ji aliyê Lijneya Çand, Huner û Weşan ve hat kirin de derketina ser dika şanoyê li jinan hat qedexekirin. Hat diyarkirin ku astengkirina jinan ji aliyê  Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman ve hatiye kirin û jin li kêleka salonê hatin bicihkirin. 
 
'Hevalên me jinan li ser dikê naxwazin'
 
Di şahiyê de mêran li ser dikê cih girt û jin jî dan kêleka dikê.  Hat xwestin ku jin dernekevin ser dikê û li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, hat diyarkirin ku listikvanön Şanoya Delwletê yên 2 rojan amadekarî kirin berî pêşandanê bi saetekê bi awayê lezgîn gazi civînê hatin kirin.  Di civînê de ji lîstikvanan re hat gotın ku jin li ser dikê nayên xwestin. Li ser vê li gorî daxwazê sererastkirin hat kirin û biryar hat dayîn ku jin li kêleka dikê bên bicihkirin.
 
Piştî biryara ku hat girtin lêstikvanên ku ji bo pêşandanê çûn salonê li Serokê Meclisê İsmaîl Kahraman rast hatin. Îsmaîl ê ku eleqeyeke mezin nîşanî lîstikvanên kincên leşkerî li xwe kirin da pirsa jinên lîstikvan tune ne  ne wiha? jî kir.
 
Hembêzkirina jinê ya hevjîn û zaroka wê hat qedexekirin
 
Li aliyeki din li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, ev mudaxele dema madekirina lîstikê jî hat kirin.  Hat aşkerakirin ku brokratên dema provayê lîstikvan temaşe kirine jî mudaxele kirine û nexwestine ku jinên zarok û hevjînê xwe hembêz dikin li ser sahneyê cih bigirin.