Parêzerên Abdullah Ocalan cara 742'emîn serlêdan kirin
- 13:13 29 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin, cara 742’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Raziye Turgut ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, cara 742’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve daxwaza hevdîtina parêzeran 741 care bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL’ê” hatin redkirin.